Çavdêrîya li medyaya Kurdî 08.03.2023

Mela Bextiyar: Ger PDK û YNK li hev nekin wê rewşa Herêmê xirabtir bibe Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar da zanîn ku ji ber lihevnekirina PDK’ê û YNK’ê bandorek mezin li ser statûya Herêma Kurdistanê çêbûye û ji bo wê divê di zûtirîn demê de ew li hev bikin û hilbijartin […]

Çavdêrîya li medyaya Kurdî 08.03.2023
Çavdêrîya li medyaya Kurdî 08.03.2023
Botan Times
  • 8 Mart 2023 06:31


Mela Bextiyar: Ger PDK û YNK li hev nekin wê rewşa Herêmê xirabtir bibe

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar da zanîn ku ji ber lihevnekirina PDK’ê û YNK’ê bandorek mezin li ser statûya Herêma Kurdistanê çêbûye û ji bo wê divê di zûtirîn demê de ew li hev bikin û hilbijartin were lidarxistin.

Diyarname

Ji Şaneşîn Performansê Şanoyeke Nû: “Penceşêr”

Li Stenbol, Amed, Elih û Wan şanoyên kurdî hene û li Mêrdînê jî 2022an da yek li wan zêde bû: Şaneşîn Performans.

Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtîya hin mamosteyên Kurdî û  dilxwazên vê qadê ve, di 9ê meha Sibata 2022an de li Mêrdînê hat avakirin.

Çandname

Fexrîya Adsay: Heta ku em ji çarçoveyeke neteweperwer bêpar bin…

Jiyana Min‘ a Golda Meir bi wergera Fexrîya Adsayê re ketîbû nav kitebxaneya me Kurdan. Di pirtûka Golde Meîr de em şahidîya kedeke bêhempa dikin. Merîv dikare bêje ku Golda Meir çavên xwe li nav meseleya Sîyonîstan (netewperwerên Cihûyan) û tevgerên sîyasî vedike. Û ev tişt dibe sedemek bingehîn ku tevahîya jiyana xwe bi wan meseleyan re derbas bike. Ji zarokatîya xwe heya heftê salîya xwe, Meir jiyana xwe bi karên damezrandinê dewleta Cihû re derbas kiriye.

Botan Times

Baroya Amedê ji ber wêneyên “Yeşil” û “Torosa Spî” giliyê Çiçek Sepetiyê kiriye

Baroyê giliyê platforma bazirganiyê ya online Çiçek Sepeti kiriye ku li ser malpera xwe weneyê tetikkêşê JITEMê Mahmût Yildirimê nasnav Yeşîl û “Torosa Spî” difirot.

bianetKurdî