Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çavdêriya li medyaya Kurdî 05.03.2023

05/03/2023

Dîroknasa Kurdolojiya Rusyayê Evgenia I. Vasilyeva serdemeke ronî kiribû

Bêdeng û bêyî ku akademiya lêkolînên kurdî jî zêde behsa wê bike, Evgenia I. Vasilyeva, kurdologa navdar, xebatkara herî mezin a Înstîtuya Karên Derve ya Akademiya Zanistî ya Rusyayê, doktora Zanistên Dîrokî, koça dawî kir. 

Diyarname

Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e

Dayika Aştiyê Emîne Kaya ku ji ber îfadeyên zilamê ku ew dixwaze dest ji wî berde hat girtin, anî ziman ku dewlet û zilam hevkarî kirine û got: “Di vê pêvajoyê de min fêm kir ku ya ku jinê rizgar bike, ya ku jinê xurt û bilind bike, vîna wê ye.” 

Ajansa Mezopotamyayê

NivîskarênKurd – Mehmûd Lewendî kî ye?

Lewendî di 1954an de li hêla Amedê li herêma Qerejdaxê ji dayik bûye. Heta zanîngehê li Diyarbekirê xwendiye. Li zanîngeha Diyarbekirê beşê biyolojiyê temam kiriye. Piştî 1980ê yî ji ber darbeya leşkerî ya li Tirkiyê derketiye derveyî welat. Niha li Swêdê dimîne.

Botan Times

Aqûbeta gelek zarokên di erdhejê de winda bûn nayê zanîn

Aqûbeta gelek zarokên sûriyeyî ku di erdhejên navenda wan Mereş de winda bûn nayê zanîn. Wêne û agahiyên nasnameya Messe Hamvî ya 15 salî ku yek ji zarokên li navenda Mereşê winda bûye bi erebî li ser hesaba “Prenses Karvar Katrîna” parve kir û ev nîşeye nivîsand: “Ev keçik ji Mereşê hate cem me. Kesekî ku malbata wê nas bike hebe bila bi me re bikeve têkiliyê.” Piştî ku malbat pê re ket têkiliyê xwediyê hesabê malbat asteng kir. Li ser vê yekê malbata Hamvî giliyê xwediyê hesabê kir.

Xwebûn

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan