Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
Malbata Şenyaşar 700 roj in li ber Edliyeya Rihayê jib o edaletê nobedê digire. Dayik Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar tevî sir û seqama zivistanê, germa havînê û 10 dozên li wan hatine vekirin jî bênavber çalakiya xwe didomînin. Tekane daxwaza dayik Emîne Şenyaşarê berdana lawê wê yê girtî û edalet e.
Ajansa Mezopotamyayê
140 roj in li Îranê dengê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kêm nebû
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina jina kurd Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve destpêkiribû, duh 140 roj li pey xwe hişt. Ji bo dawî anîna Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêzên dewleta Îranê bi hemû rê û rêbazên herî tund êrişî xwepêşander û beşên din ên civakê yên ku piştgiriya xwepêşandanan dikin, dike.
Xwebûn
Şano Wan de 4 konser û kayek estê
Şano Wan ke bajarê Wanî de xebatanê xwu ê çandî dewam kena bernamey xwu yê ene aşme eşkera kerd. Di miyanê bernamî de 4 hebî konserî û kayeke şano esta.
Dîyarname
“Mixabin piraniya caran koçber nikarin pîşeya xwe bikin”
Kesên ku ji ber zilm û zordariyê neçar mane welatê xwe terk dikin. Ew kes bi binpêkirina mafên mirovan re rû bi rû dimînin. Parastina wan di asta neteweyî û navneteweyî de exlaqî û qanunî ye.
Parêzer Ahmet Mullamuhammed li ser mafên penaberan ji Botan Times re axivî. Wî behsê kirin ka penaber li welatên bicih bûne xwediyê kîjan mafan in.
Botan Tîmes
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.