Çavdêriya li medyaya Kurdî – 03.02.2023

Çavdêriya li medyaya Kurdî – 03.02.2023
Çavdêriya li medyaya Kurdî – 03.02.2023
Botan Times
  • 3 Şubat 2023 07:05

“Em li gel serokê baroya xwe ne, em ê li hemberî gefan bêdeng nemînin”

Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajarê Amedê ji bo piştgiriyê bide Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku gefa kuştinê lê hatibû xwarin li ber Salona Konferansê ya Tahîr Elçîyî daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

bianet Kurdî

Derhêner Penahî dest bi greva birçîbûnê kir

Derhênerê îranî Cafer Penahî ku li Girtîgeha Evîn girtî ye, dest bi greva birçîbûnê kir.

Malbata Penahî bi ser tora civakî re peyama wî belav kir û got, “Ez helwesta derveyî hiqûq û mirovahiyê ya daraz û ewlehiyê şermezar dikim. Min dest bi greva birçîbûnê kir û heta ez bêm berdan ez xwarê, vexwarinê û derman xwarinê red dikim. Dibe ku heta bedenê min bê rih ji girtîgehê derkeve ezê wisa bimînim.”

Diyarname

Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!

Bi girtîgehên ku piştî komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin avakirin, tecrîd kûrtir bû. Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê Hacay Yilmaz ku di gelek girtîgehan de maye got: “Armanca van tîpên nû, ew e ku girtî nefikirin. Lewma ne şaş e ku mirov bibêje her girtîgeheke tîpa S’yê, Îmraliyek e.” 

Ajansa mezopotamyayê

“Piştî du hefteyan emeliyata min heye, dora rontgenê dê piştî 5 mehan bigihe min!”

Li Tirkiyeyê welatî ji bilî qeyrana dermanan di warê tedawikirinê de jî gelek probleman dikişînin.

Nexweşan ji Botan Timesê re gotin ku kesên dixwazin tedawî bibin nikarin randevuyên doktoran jî bi dest bixin.

Botan Times

Wêneyek ji zindanên rejîma Îranê

Girtiyê siyasî Ferhad Misamî yê ku ji sala 2018’an ve di zindanê de ye, ji bo piştevaniya xwepêşandêrên serhildana Jîna Emînî ketibû greva birçîbûnê û laşê wî maye çerm û hestî

Xwebûn