Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çavdêriya li medyaya Kurdî – 01.02.2023

01/02/2023

Feydeyên Ava Leymûnê çi ne?

Leymûna ku li ser sifreyên me çêjê dide selete, xwarin û şîrîniyên me, fêkîyek e ku di nav malbata narecîyan de cih digire. Leymûn ji ber bêhn û pêkhateyên xwe yên xweş di gelek waran de, di nav de hilberên paqijkirinê û kozmetîkî jî tê bikar anîn. Hûn dikarin hem çerm û hem jî ava leymûnê bikar bînin. Ji ber bêhn û rengê çermê leymûnê, di kek û şîrîniyan de tê tercihkirin, feyde û bikaranîna ava leymûnê jî pir berfireh e. Ji ber vê yekê feydeyên ava leymûnê çi ne? Ava leymûnê çi dike? Li vir her tiştê ku divê hûn li ser feydeyên ava leymûnê zanibin hene…

Çandname

Divê sîstema edaletê ya Tirkiyeyê dest ji zilma li ser nûnerê RSFyê berde

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku bila ew hemî dozên li ser nûnerê wê betal bike.

Nûnerê RSFyê Erol Onderoglu di heft salan de 16 caran hatiye mehkemekirin û dê 1ê Sibatê cara 17ê jî bê mehkemekirin.

Botan Times

Astera Mortezaî: Keziyên Jînayê bûne sembola azadiyê

Astera Mortezaiyê ji bo performansa xwe got: “Ew kezî bûne sembola hêzê ya azadiyê. Ji ber vê yekê gelek jinan hêrsa xwe bi birîna porê xwe anî ziman.”

Astera Mortezaî ya li Hollandayê dijî piştî kuştina Jîna Mahsa Amîniyê li Hollandayê bi navê “Hêza Keziyan” performansek pêk aniye. Performans di 14ê Kanûna Paşiyê de li Muzexaneya Goudayê pêk hatiye. Di dema performansê de jinan keziyên xwe bi hev ve girê dane û xwestine bi vê re, hêza jinan nîşan bidin.

bianet Kurdî

Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag ji bo Meşa Gemlîkê ku ya li dijî tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang kir û got: “Em xwedî li vê meşa li dijî tecrîdê derkevin.” 

Ajansa Mezopotamyayê

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan