Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Cara ewil e komedyen Erdal Kaya derdikeve turneya Ewropayê

05/08/2024

Cara ewil e komedyen Erdal Kaya derdikeve turneya Ewropayê.

Erdal Kaya, li sê welatan Almanya, Fransa û Awusturyayê, bi Stand-Upa xwe ya bi navê Vik û Vala dê li deh salonanan li pêşberî hezkirî û temaşevanên xwe be.

Kaya cara ewil 29ê Adara 2023yan bi lîstika xwe Vik û Vala derketibû pêşberî temaşevanên xwe.

Ew li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê derketîye ser sehneyê.

Erdal Kaya, 27ê Cotmeha 2023yan, di hevpeyvîneka xwe da ya ligel Engin Ölmez, li ser pirsa Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?” mizgînî dabû temaşevanên xwe û wî gotibû min nîyet e, ez biçim Amerîka û Ewropayê û derkevim pêşberî hezkirîyên xwe.

“Ez dikarim mizgînîyeka wiha bidim, em ê biçin dîyasporayê/ewropayê. Nîyeta me heye li ewropa û li Amerîkayê, kurd li ku bijîn em Stand-Upa xwe bibin wan deran û bigehijînin wan jî. Çimkî ji wan deran jî gelek peyam tên xwe digehijînin me dibêjin “werin ewropayê jî” ji ber vê yekê jî em berdewam in, em ê biçin ewropayê jî”

Ew mizgînîya xwe tîne cih û derdikeve tuneyê li Ewropayê. Ev tecrûbeya wî ya ewil e li Ewropayê.

Herçiqas wekî lîstikeka yekkesî xuya bike jî Kaya hevkarên xwe hene. Ew di hevpeyvîna xwe da ya ligel Murat Bayram, destnîşan dike ku ekîba wî ji van kesan pêk tê:

“Em komeka ji çar kesên malbatê pêk tên: Ez, Rengîn (xanima Erdal), Rênas (birayê Erdal), Zeynep (jinbiraya Erdal). Mûzîka lîstikê Rengînê çêkiriye, ew bi teknîkê re eleqedar dibe. Zeynep asîstan e, Rênas jî reklam û danasînê re eleqedar dibe.”

Erdal Kaya dê li van bajaran lîstika xwe pêşkêş bike.

Berlîn – 09.10.2024

Nurnberg – 10.10.2024

Duseldorf – 12.10.2024

Vîyana – 19.102024

Offenback – 24.10.2024

Parîs – 24.10.2024

Stuttgart – 26.10.2024

Ji bo peydakirina bilêtan bikitîne: Vik û Vala

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

13ê Nîsanê, li Diyarbekirê konsera Serdar Canan heye!

13ê Nîsanê konsereka Serdar Cananî li Diyarbekirê heye. Serdar Canan dê ligel

Kerem Sevînç dê li Stenbolê bistire

Kerem Sevînç dê 21ê Adarê li Arsen Lupen a Taksimê konserekê bistire.

“Meşa Kîso” ya Selahattin Bulut derketiye

Pirtûka “Meşa Kîso: Çîroka Medya Kitabevi” ya Selahattin Bulutî derketiye. Selahattîn Bulut