Çar Mektûbên Newrozê

26/03/2025

Mektûba Ferec Koyistanî û Gelabiyê Newrozê

“Dinya biçûk e” dibêjin. Lewre divê mirov zêde ecêbmayî jî nemîne ji gelek tiştan.

Bihara 2023yan, min xwe di ser medyaya civakî re gihandibû mixaletiyekî bavê xwe, ku niha li Zanîngeha Rojava dersdar e.

Şopandina li ser Facebookê têra min nekiribû. Min di ser WhatsAppê re jê re telefon kiribû.

Qala birayê xwe kiribû ku hevtayê bavê min bû û wekî gelek zarokên Amûdî, di payîza 1960î de di sînemayê de şewitibû.

Di dewamê de gotibû: Dema Qanûna Şewqeyê ya Tirkan, rojekê kalikê te gelabiyê xwe li xwe kiribû û li mala xwe rûniştibû. Bi ser mala wî de girtibûn û gelabiyê wî dabûn ber xenceran, tîştîşî kiribûn.

Piştî wê, -belkî jî wek henekpêkirinê- teqlîda kalikê min kiribû ku min hîç dengê wî nebihîstibû. Lê zêde kiribû: “Hima li zikê min nexin!”

Aciz bûbûm, li ber xwe ketibûm û tundkej bûbûm bi vê bîranînê. Baş nayê bîra min bê min bi dû re çi ji rê got û telefon çilo asê kir. Lê belê, min ji yên derdora xwe re qal kiribû, belkî jî hem ji bo ku bêhna min hinekî fireh bibe û hem jî ji bo ku ev bîranîn jî bibe ardûyek ji hêrsa me ya li dijî wan.

Her heman şapatê bavê min ji bo hinek karên xwe yên dewletê ji gund dihat Diyarbekirê. Tevî ku ewilî çûbû Stembolê jî bi serî nebûbû. Wextê me hêdî hêdî li Diyarbekirê pêk tanî, bêhna wî hatibû ber.

Foto: Ferec Koyistanî li Newroza Diyarbekirê, 2023

Newroz nêzîk dibû. Hatibû bîra min ku dema bavê min çûbû Hecê ji xwe re gelabiyekî xakî kiribû. Berî hatina wî ya Diyarbekirê bi rojekê, min jê xwest ku gelabiyê xwe ji min re bîne.

Di wextekî normal de çêdibû ku bi vê daxwaza min metelmayî bima û neaniya, lê ji ber ku ew û dewletê ji pêsîra hev vedibûn, daxwaza min li erdê nexist û gelabiyê xwe anî.

Ne tolhildaneke qerase bû, lê ji destê min hew ev dihat.

Min şeveqa Newroza 2023yan wekî gelek xortên çeleng ne şal û şapikek, lê min gelabiyek li xwe kir û weha çûm qada pîrozbahiyê; min yeqîn kir ku gava gelabî li xwe bikim û di çavên wan rakim, wê bêhna kalikê min jî firehtir bibe di gornê de..

Ferec Koyistanî


✉️Mektûba Guhdar MW. û Donerên Newrozê

Serê salên 2000î ez zarok bûm. Bavê min wan salan roya Newrozê sibê zû radibû em kom û kulfet dibirin Riha.

Em qandî diketin qada Newrozê, bavê min digo ‘’Pêçîyên xwe rake, pêçîyên xwe!”

Min radikirin pêçîyên xwe yên zaferê û ez heta talîya Newrozê jî wer werga digerîyam. Bes min di hindirê xwe de digot, ‘’A min rakir, a ji te re, a temam bijî Newroz..’’, min bi qehr digot. .

Milet li sahneyê dinêrî, min jî li kêleka sahneyê çinku; li ser dezgehên wir cîger û doner hebûn; ez zarok im, birçî me û nizanim Newroz jî çi ye.

Danekî birçî û du danan têr, ez mezin bûm û çûm unîversîteya Bartınê; bi hevalan re çûm Newroza Stenbolê.

Îja bavê min di Stêrk TVyê ez dîme: Ala, flama di destê min de ez rabûbûm ser milên hevalên xwe.

Bavê min telefon kir. Go ‘’Heval Kurê Min merheba!’’ Min got ‘’Merheba Heval Bavo..’’

Dema ku ji min re got ‘’Heval Kurê Min!’’, min zanibû gotina wî mehnedar e, dikê tiştekî bibê.

Foto: Guhdar MW. li Newroza Stenbolê

Got ‘’Tu meşhûr bûyî, derdikevî televîzyonan.. Qaşo me tu şandî Bartınê ku tu bixwînî, tu li Stenbolê çi digerî?’’

Min bi zimanekî fedok got ‘’Ez û hevalan ji xwe re hatine li Stenbolê bigerin bavo, a dûra jî me got qene em herine Newrozê jî..’’

Zanibû tabî, zanibû em tenê seba Newrozê çûbûn Stenbolê.

Got ‘’Tu dikê serê xwe bişewitînî?! Tu li wir çi digerî kurê min?!Berê birayê te di hepsê de ye, tu jî dikî xwe girtin bidî?!’’ Qeherî bavê min.

Bi zimanekî sakîn min got ‘’Bavo tê bîra te? Te em dibirin Newroza Riha, heta êvarî bi zikê birçî te bi zorê pêçîyên me didan rakirin. Niha ez bi kêfa xwe û bi zikê têr hatime Newrozê – min doner xwaribû – meqehere. ”

Kenîya Heval Bavo, fikirî û got: ‘’Tu rast dibêjî, temam kurê min, li xwe miqayît be’’ û me xatir ji hevdu xwest.

Ew ro û va ro ye her ku ez darim Newrozê seba ez pêçîyên xwe rakim ez berê zikê xwe têr dikim.

Bijî Newroz, bes bi zikê têr, bijî Newroz.

Guhdar MW.


✉️Mektûba Guhdar N. û Mekteba Newrozê

Em diçûn mekteba orte. Ne biçûk bûn êdî em, ne mezin bûn tam. Lê me tam zanibû mekteb wê roja Newrozê li me bûye zindan.

Tew me bihîstibû Kawa wê were Newrozê û roja me ya herî pîroz û bi doz û zindana mektebê zindantir bibû.

Hevalên sinifê tev me xwest em biçin Newrozê û em ji dersê revîyan.

Pêşî lawikên sinifa me xwe ji têlên mektebê werkirin. Paşê dora keçikan bû. Em keçik ditirsîyan.

Hevalan giş xwe werkirin, û hinekan gomlek û hinekan pantorên wan jiber têlan qetîyan.

Resim: Guhdar N. ji mektebê direve

Mam ez di dawîyê de, min jî got ya Ellah û xwe werkir. Digotin yên ku herin Newrozê wê cezaya disîplînê bixwin, lê piştî me têl derbaz kirin û em ji zindanê derketin êdî ne xema me bû.

Me keskûsorûzerên xwe ji çenteyên xwe derxistin û em çûn meydana Newrozê.

Kawa li sahneyê bû, li pêş me bû, digot vêxin agirê pîroz, Newroz ji bo me bû doz.

Min xwe pir kêfxweş hîs kir: Newroz bi doza lawik û keçikên mekteba orte pîroz dibû.

Guhdar N.


✉️Mektûba Serdar Laçin û Ticareta Newrozê

Newrozeka serê salên 2000î bû li Diyarbekir; qedexeyên ser Newrozan hê nû radibûn wan salan.

Em sê zarok, ez Serdar û du dostên min Şiyar û û Rêzan, di wê Newroza serbest de me xwest em ji mezinên xwe biqetin û bi tena serê xwe bigerin.

Me wer jî kir. Em ketin nava qelebalixê gerîyan û li mezinên xwe venegerîyan.

Lê demekê şûnda me ferq kir ku em birçî bûne û di cêba me de panotek jî nîne.

Foto: Zaroktîya Serdar Laçin

Em çi bikin çi nekin, me mêze kir, li erdê pet şûşeyên boş hene û li hêlekê jî tankêra avê.

Me şûşeyan berhev kir, me bi ava tankêrê tije kir û dest bi firotanê kir.

Şiyar bi Tirkî digot, ‘’abê suya gel’’, Rêzan jî bi Kurmancî digot ‘’Werin avê, werin avê..’, min jî bi Kurdî û bi Tirkî pereyan top dikir.

Hinekan tam perê avê dida me hinekan jî zêde. Ti kesî nedigot qapaxa avê vekiriye yan na, hema avê digirtin û di qurtekî de diqedandin.

Axirê me gelek av firot, em çûn me ji xwe re zikê xwe têr kir, piçek pere jî ma.

Sala din em dîsa bi nîyeta wê ticaretê çûn Newrozê, lê me tiştekî wisa nekir.

Çimkî êdî herkesî avê difirot û qapaxên wan şûşeyan jî girtî bûn tew.

Serdar Laçin


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Omer Faruk Baran

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Weşana berê

Li Tirkîyeyê heft rojnamevan piştî şopandina protestoyan hatin desteserkirin – BBC

Weşana paşê

Four Newroz Letters