Rîtîm bêqîmet bû lê ez ji bo hînbûna wê çûm Misrê

Rîtîm bêqîmet bû lê ez ji bo hînbûna wê çûm Misrê
Rîtîm bêqîmet bû lê ez ji bo hînbûna wê çûm Misrê
Murat Bayram
  • 14 Ekim 2016 19:07

Mûzîkjena ciwan, Dîlan Yeşîlyaprakê eşkere kir ku rîtimjenî berê bêqîmet bû, niho qîmetê wê heye. Wê ji 12 salîya xwe ve dest bi meşa di rêya mûzîkê de kiriye û yek ji xeyalên wê ew e ku van zanînên xwe bi komeka jinên kurd re parve bike.

(Xwendina vê hevpeyvînê nêzîkî 4 deqîqeyan didome)

 “Rîtim bêqîmet bû”

Berî bîst salan enstrumanên rîtîmê wek enstrumaneke muzîkê jî ne dihat dîtin. Gava kesek dixwest hînî enstrumanek bibe qet rîtîm nedihat bîra wan.

Piranî daxwaz li ser enstrumanên rojavaya dinyayê bû. Wek pîyano, keman yan jî gîtar.

Tu kes qîmet nedida enstrumanên rîtîmê û li ser dikê jî rîtîmjen tim hindik pere distandin. Lê a niha rewş guherî û taybetmendîya rîtîmê zêdetir tê fahm kirin.

Gelek kes dixwaze hînî rîtîmê bibe û perwerdehiya rîtîmê jî zêdetir bûye. Niha tenê beşên rîtîmê jî hene li zanîngehên muzîkê de.

“Her roj herî kêm sê sietan dixebitim”

Ewilî tim ji min re digotin “ji bilî rîtîmê tu li çi didî yanî enstrumanên te çi ye?”. Lê a niha gelek rêzê didin ji ber ku zehmetîya karê min dibînin û di muzîkê de girîngiya cihê rîtîmê jî fahm dikin.

Her roj ez herî kêm sê saet li ser enstrumanên xwe dixebitim, muzîkên nû gohdar dikim û hînî rîtîmên cuda dibim. Perwerdehîya min qet naqede.

Di plana min ya pêşerojê de ji bo hînbûna rîtîmên latînî çûyîna başûra Amerîkayê heye. Taybetî bo perwerdehiya rîtîmê dixwazim pir bigerim.

Ji 12 salîyê ve…

Têkilîya min û muzîkê bi tembûrê dest pê kir. Gava ez dozdeh salî bûm bi saya hevalên min yên elewî min dest bi lêxistina tembûrê kir. Paşê min li konservatûvara zanîngeha Stenbolê beşa Mûzîka Tirkî qedand mixabin. Li wir jî min enstrumanên rîtîmê hilbijartibû.

Di heman demê de ji bo hînbûna rîtîmê şeş sal çûm kursa rîtîmjenek navdar. Ji bo perwerdehiya rîtîmê beşdarî gelek atolye, kamp û çalakiyên muzîkê bûm.

Sefera Misrê

Tenê ji bo perwerdehiya darbukayê mehekê çûm Misrê û li wir xebitîm. A niha bi saya mamostatîya rîtîmê debara xwe dikim û li ser dikê bi gelek stranbêjan performansên xwe çêdikim.

Dixwazim albûmek derxim tenê bi enstrumanên rîtîmê. Mînakên wisa gelek in li dinyayê. Li Kurdistanê jî Hajar Zahawy tenê bi enstrumanên rîtîmê albumek gelek serkeftî çêkiriye. Lê ev plan belkî dê salekê bigire belkî du sal.

Komek jinên kurd 

Albûm derxistin ji her alî ve pir zehmet e. Plana min ya dûyemîn avakirina komekê ye tenê bi beşdarbûna jinên kurd.

Ji ber ku ez li ser gelek enstrumanên rîtîmê dixebitim ji yên Kanadayê bigire heta Afrîka û dixwazim hemû agahiyên ku ez dizanim di navbera jinên kurdan de belav bikim.

Dixwazim bi wan re kompozîsyonên rîtîmê amade bikim û beşdarî festîvalên mezin bibim bi nasnameya jinên Kurdistanê.

A niha li Stenbolê tenê ji bo jinan atolyeyek çêdikim. Her hefte yekşemê em dicivin û rîtîmên nû nîşanî wan didim. Di pêşerojê de em ê performansek xwe bi we re parve bikin. Amade bin.

Hevpeyvîn: Murat Bayram

[email protected]