Çapa duyem ya Hefsarê derketiye

04/12/2024

Weşanxaneya Avestayê çapa duyem ya novela Hesenê Metê ya bi navê “Hefsar” weşandiye. Ev yek di çarçoveya weşandina hemû berhemên nivîskarî de pêk hatiye.

Ji naveroka novelê

“Ji ber ku ne gengaz e êdî ez hespê xwe bibînim an jî bînim, min jî tenê hefsarê hespê xwe xwestiye. Ew ê ji min re bişînin. An ne… ez ê nikanibim ji binê giraniya vê jiyanê rabim. Jiyan bûye qapûtekî gelekî mezin. Û ev qapûtê mezin û fereh… êdî li min nayê, ez tê de wenda bûme û nikanim xwe jî tê de bibînim. Anuha di van demên min ên giran de dizanim ku bi qasî jiyana du kesan jiyan li min dirêjtir bûye… zêdetir jî. Rojên Xwedê tên û diçin… ser û binê rojan tune û dawî li wextê nayê. Wext gelekî zêde ye. Dibînim… her ku hêvî li min dişikê û kêm dibe, jiyan jî li min ewqasî dirêj û zêde dibe.”

Novel niho li ser malpera avestakitap.com û li pirtûkfiroşan berdest e. Pirtûk ji 104 rûpelan pêk tê û formata wê 19.5×13 e.

Çavkanî: Botan Times, Weşanxaneya Avesta


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Piştgirîya medyayê li Tirkiyeyê têrê nake

Weşana paşê

Iraq dixwaze bi ser Herêma Kurdistanê re petrola xwe bifiroşe – Rûdaw