Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Canan Yalçın li Botan Timesê ye!

16/03/2023

Bandora psîkolojîyê di her warê jiyana me de heyee. Bandorê dike ka em çawa difikirin, çi hîs dikin û bandoreka mezin li ser tevger û têkiliyên me dike. Ji ber vê yekê, fêrbûna psîkolojiyê ji me re dibe alîkar ku em jiyana xwe baştir fam bikin û jiyanek bextewar, tenduristtir bijîn.

Ji bo vê mebestê, em karûbarek taybetî pêşkêşî we dikin: Quncika psîkolojiyê. Di vê quncikê de, em ê gotarên li ser mijarên cihêreng ên psîkolojiyê biweşînin. Naverokên me dê bi zimanekê hêsan be û dê agahdariyên kêrhatî hebin ku hûn dikarin di hemî warên jiyana xwe de bikar bînin. Ji bo minak, gotarên me wê  li ser rêveberiya stresê, nexweşiyên fikar, rêveberiya hêrsê, pêşkeftina kesane, pirsgirêkên pêwendiyê û gelek mijarên din be. 

Nivîskara vê quncikê wê psîkolog Canan Yalçın be. Wê di sala 2021ê de beşa derûnnasiyê qedandiye û li bajarê Viyana, Avusturya dest bi kariyera xwe ya pîşeyî kiriye. Ji bilî jiyana karkirinê, dê li Zanîngeha Viyanayê dest bi master a xwe a di psîkolojiya klînîkî bike.

Ew xwendina xwe ya Almanî jî didomîne. Canan, ku dê ji prensîbên bingehîn ên psîkolojiyê nêzî mijarên xwe bibe, dê her hefte bi mijareke nû bi we re be.

Bi şopandina quncika me ya ku me ji we re amade kiriye, hêza psîkolojiyê kifş bikin û di jiyana xwe de cûdahiyan çêbikin! 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan