Li zanîngehên Tirkîyeyê fîlozofî û nîqaşên li ser Heideggerî gelekî çêdibin. Hinek ji wan ewî wek alîgirê fermanan û kuştinan sûcdar dikin; hinek jî pesnê şairbûna wî ya bêqusûr didin. Welhasil, mijara me ne Martin Heidegger bi xwe ye. Mijara me ew çakûç e ku di felsefeya wî da bi kûrayî cî girtîye û potansîyela hebûnê ya ku bi vî çakûçî re tê. Ji bo sernivîs ji tayê xwe derkeve, divê ku ez di serî da behsa têgehan bikim, lê ewilî behsa çakûçî bikim.
Herçi Heidegger “çakûç”ê ji bo ravekirina rewşa berdestbûnê bi kar tîne jî, ya rastî çakûç, digel zeftkirina kirdeyî -ku çakûç di destê xwe da hişkehişk girtîye- meriv dikare muhtacbûna kirdeyî bo çakûçî bibîne. Ji bo ku çakûç û lêdan bibine armancek û bo vê armancê aksîyoneka bi awayekî teorîk û pratîk hatîye sazkirin, derfeta hebûnê (bûn) ya Daseinê [1] jî derdixe meydanê.
Li ser kurdan gelek tişt hatin nivîsîn, û gelek hewldan çêbûn ku hebûna wana eşkere bikin. Hema bêje her serdemê Tirkîyeyê li ser hebûna kurdan, yan xwe ji nû ve ava kir yan jî cîyê xwe saxlem kir. Awaz, çand, xwarin, ziman, ol, huner, dîrok û gelek tiştên din ên kurdan, ji alîyê otorîteyan ve tên îstîsmarkirin, ew otorîteyên ku îdia dikin dibêjin ‘çakûç’ yanî kurd di destê me de ne, lê dîsa jî kurd daseinîya Tirkîye û Rojhilata Navîn in. Di vê çarçovêyê de, tişta ku xuya dibe, bêyî qebûlkirina hebûna kurdan Tirkîye wê nikaribe daseînekê bijî. Ne tenê Tirkîye, ji bo ku Rojhilata Navîn jî bikaribe daseînekê bijî, divê ku girîngîya kurdan were fêhmkirin. Ew dema ku weke Pêvajoya Aştîyê tê binavkirin, ekonomîya Tirkîyê baştir bû, ev jî mînakeke piçûk bû ji alîyê daseinbûna kurdan ve.
Şer, hilbijartin, veberhênanên aborî yên mecbûrî, perwerdehî hwd. her çi tiştên ku nirxî li vî welatî zêde dikin, her çi hebe bi saya hebûna kurdan e. Her çiqas li ser felsefeya hebûnê ya Heideggerî berhem hatibine nivîsîn, û bûye mijara gelek nîqaşan, ne mumkun e ku meriv vana hemûyan têxe nivîseke wiha kurt da jî, lê min xwest nîsan bidim ku çakûç hêmaneke girîng ya hebûnê ye. Herçiqas çakûç di vê felsefeyê de xwedî temsîleke weke amûrekî be jî ji bo pêkhatina Daseinê, di rastîya xwe de çakûç ji kirdeyê bi hêztir e yê ku ewî di destê xwe da digire. Mirov nikare behsa hebûneke rasteqîn ya wan welatan bike yên ku kurd tê de mafên xwe bi awayekî temam bi dest nexistine.
Têbînî:
[1] Dasein, termeke fîlozofîya Martin Heidegger e û li gorî wî hebûna mirovan weke hebûna dinyayê tê texeyulkirin.