Bûltena Nûçeyan – 25.10.2024

25/10/2024

Di êrîşa Îsraîlê de li Xezeyê 17 kes mirine

Li gor nûçeya The Guardianê, di êrîşa Îsraîlê de li dibistaneka li kampeka Nuseyratê ya Xezeyê 17 kes mirine û 42 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê îdîa kiriye ku dibistan wek navenda fermandarîya Hemasê hatiye bikaranîn.

Nexweşxaneya El-Ewda dîyar kiriye ku 13 zarokên di bin temenê 18 salîyê û 3 jin di nav mirîyan de ne.

Rojnamevanên Îranê dê vegerin girtîgehê

Niloofar Hamedi û Elaheh Mohammadi dê piştî 5 rojan vegerin girtîgehê. Dadgeha Îranê biryar daye ku her du rojnamevan dê 5 salan di girtîgehê de bimînin. Ew di sala 2022ê de ji ber nûçeyên li ser mirina Jîna Emînîyê hatibûn desteser kirin û 17 mehan di hefsê de mabûn. Di meha Çileya 2024ê de bi şertî hatibûn berdan.

Pispora zimanê kurdî Joyce Blauyê wefat kiriye

Joyce Blauya pispora edebîyat û zimanê kurdî, wefat kiriye. Blau sala 1932yan li Qahîreya paytexta Misirê ji Xwedê dabû û li Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristanîyên Rojhilatê (INALCO) mamostetî kiribû. Ew yek ji damezrîner û birêvebira Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû û gelek xebat li ser zimanê kurdî kirine. Ew yek ji xwendekarên Mîr Dr. Kamiran Alî Bedirxan bû.

Êrîşa li ser navenda DEM Partîyê

Li Balgata Enqereyê êrişî navenda DEM Partîyê kirine. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihandiye ku derî û pencereyên navendê şikandine û tabelaya wan çirandine. Wan bang li Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya kiriye ku êrişkar bêne tespîtkirin.

Li Tirkîyeyê derîyê aştîyê vekirî ye

Li gorî analîza The NY Timesê, digel êrîşa li ser TUSAŞê jî, derfetên axaftinên aştîyê yên nû li Tirkîyeyê hene. Serokê MHPyê Devlet Bahçelî helwesteka nû nîşan dabû û ji Abdullah Öcalanî re gotibû were meclîsê û bêje min PKK fesh kiriye. Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdoganî jî bangeka aştîyê kiriye.

Çavkanî:

  • The Guardian
  • The New York Times
  • Botan Times
  • Dem PArti
  • Reuters
  • Rûdaw

Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

هه‌ڤپه‌یڤینه‌که‌ دیرۆکی لگه‌ل کامران به‌درخان (۱۹٦۲)

هه‌ڤپه‌یڤینه‌که‌ دیرۆکی (۱۹٦۲) یا لگه‌ل کامران به‌درخان ل بۆتان تمه‌سێ دوه‌شه‌. ئه‌ڤ

A Historical Interview with the Last Kurdish Prince, Dr. Kamiran Bedirkhan (1962)

By Rohat Alakom 06/11/2024 This interview, conducted in 1962, is reaching the

Son Kürt Prens, Dr. Kamiran Bedirxan ile Tarihî bir Söyleşi (1962)

Yazan: Rohat Alakom 06/11/2024 1962’de yapılan bu söyleşi ilk kez Botan Times