Bûltena nêv-rojê

01/11/2024

Şerê Ûkraynayê

Koreya Bakur bi hezaran leşkeran dişîne qada şerî. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinkenî ragihandiye ku 8 hezar leşker li herêma Kurskê ne. Ûkrayna xwe ji bo vê rewşa nû amade dike. Pisporên şerî dibêjin ev yek dê bandoreka mezin li şerî neke.

Krîza lehîyê li Spanyayê

Lehîya herî mezin a çend dehsalên dawîyê li Spanyayê 158 kesî kuştine. Li Valencîyayê û Endelusê bi sedan xanî hilweşîyane. Di nav 8 saetan de qasî barana salekê barîye. 155 hezar mal bê elektrîk mane.

Hilbijartin li Amerîkayê

60 milyon Amerîkîyan heya niho dengê xwe dane. Ji sedî 53yê dengan bi rêya posta hatine dayîn. Di encamên pêşwext de tu alî bi pêş neketiye. Milyarderan ji bo hilbijartinê 1.9 milyar dolar xerc kirine.

Rewşa azadîya çapemenîyê

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji bo DYAyê hişyarîyeka mezin daye. Li gorî raporê, azadîya çapemenîyê di sala 2024ê de 10 pileyan daketiye. Li Floridayê 300 hezar kes bê çapemenîya herêmî ne.

Edebîyat

Berhema klasîk a kurdî Durrul Mecalis hatiye çapkirin. Ev berhema Mela Mûsayê Hekarî ya sedsala 17ê, yekem wergerên kurmancî yên farisî dihewîne. Pirtûk ji alîyê Ramazan Pertev ve hatiye amadekirin.

Çand û huner

Du lîstikên nû li Amedê dest pê dikin. Lîstika “Çalakîya Malçêkirî” di 5ê Mijdarê de û “Sera Pîra” di 2yê Mijdarê de li Şanoya Bajar pêk tên.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Berhema klasîk a kurdî Durrul Mecalis hatiye çapkirin

Weşana paşê

Zindî – Elon Muskî 120 milyon dolar ji bo piştgirîya Trumpî xerc kiriye