Daketina nirxê lîreyê Tirkîyeyê berdewam dike. Dolar îro danê sibê dîsa derket 14 TLyan.
Dolarê ku duh bi asta 14,75an rekora dîrokî şikand, piştî midaxeleya Bankaya Navendî û civîna Serokomar Erdogan a bi serkantîyên aboriyê ra daket binê 14 TLyî.
Lê Dolarê ku îro danê sibê dîsa dest bi bilindbûnê kir, derket 14 TLyan.
Ewro jî dîsa di ser 16 TLyan da dest bi rojê kir.