Botan International dê bi piştgirîya Fona Demokrasîyê ya Ewropayê (EED) 18-20ê Hezîranê, Kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal li ofîsa xwe ya li Diyarbekirê pêk bîne.
Kargeh û dersdarên kargehan ev in:
Kargeha Dîksîyona Kurdî: Serdar Canan (Etnomûzîkolog)
Kargeha Podcastan: Hatice Kamer (BBC, VOA, rojnameger)
Kargeha Pêşkêşkarîya Bernameyan: Mehdî Mutlu (Waar TV, Pêşkêşkar)
Kargeha Birêvebirîya Medyaya Dîjîtal: Ali Duran Topuz (Arti TV, artigercek.com )
Kargeha Wênegirîya ji bo Nûçeyan: Sertaç Kayar (REUTERS)
Kontenjana beşdaran ji bo ji bo kargehan 10 kes in û heman kes dê beşdarî hemî kargehan bibin. Lijneya hilbijêr dema beşdaran hildibijêrin dê ji bo jinan, rojnamegeran, wan kesên serî li bernameyên me dayîn û nehatîn hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegerîyê rêxweşker bin.
Ders dê bi Kurmancîyê bin.
Forma serlêdanê: https://docs.google.com/forms/d/1gtag-kzVrhJDWys6_Bwlj-Dd7QKi-gYCGiJuXVuakTA/edit
Sponsor:

Hemî berpirsiyarîya naverokê ya Botan Internationalê ye û EED ne berpirs e.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.