Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana xwe.
2020ê bi Birûsk Aryan dest pê kir, paşê Wahdet Uçar, Ekrem Yildiz, Semîha Yildiz, Beril Caymaz, Gulistan Korban û Engîn Olmez weşana malperê dewam kir.
Digel ku min û Yonca Sarsilmazê ti caran di projeyên ji bo Botan Timesê kar nekiriye jî di wextê ji karên me zêde dikir de, her dem me ji bo malperê jî kar kir. Di pêvajoya projeyan de Kubra Sagir û Laleş Ongunê xwe gelek westandin û karên gelek baş kirin.
Nivîskarên me, xwe qasî min li malperê kirin xweyî û hê jî dikin xweyî. 56 kesan bi peyman/telîf nivîsîn. Ji herdu nivîskarên me yên destpêkê Serdar Şengul û Canan Yalçinê heta yên niho dinivîsin, nivîsên di asta gelek bilind de bi xemxwarî û hessasîyeteka bilind nivîsîn.
Ez yek ji wan mirovên xweyî-şans û xweyî-siûd im ku min bi ev qas mirovên jêhatî, şîr-helal, kedkar, xemxwar û nestêle re kar kir.
Ji xwe 5-6 meh in ji ber nebûna bûtçeyê edîtorekê malperê nebû, me biryar dabû xwebexşane bidomînin. Yanî kê çi qas wext çêbûya dê ew qas bikiriya. Dema wext nebe weşan dê bisekiniya, heta min bûtçeyek an fonek peyda kirî me dê “îdare bikiriya.”
Digel ku ev peyam li hemî rûperan hebû jî; dezgeh, nivîskar û kesan ev yek ji me re qebûl nekirin. Xwestin em bersiva emailên wan bidin, nivîsan biweşînin û nûçeyan çêbikin.
Min bi xwe 2010ê kurdigeh.com / kurdigeh.net ava kir û 8 salan xwebexşane weşana wê domand. Lê malpera dezgeheka fermî ferq e. Divê bac bê dayin, sîgorteya xebatkaran, miaş, kirêya ofîsê, fature… Rewşa Botan Timesê ji rewşa Kurdîgehê girantir e û mesûliyeta fermî jî zêdetir e.
Me ji 200.000 xwendevanên xwe alîkarî xwest. 84 kes mehane bûne abone, ji 100 TLyê abonetîyê 21 TL diçû bac û heqê Googleê, vê dahatê têra fatureyan jî nedikir. Heger 250 kes bibûna abone edîtorê me dê dewam bikira lê nebû.
Min ji gelek dezgehan re kar kir ku em îdare bikin heta dahatekê bibînim(The New York Times, The Guardian û kovarên Danîmarka û Amerîkayê…). Helbet dema ez bi karkirina ji bo dezgehên dî û projeyan ve mijûl dibûm min nedikarî ez li malpera me binêrim.
E-nameyên gelek hişk heta ku dikarim bibêjim bêwijdanane ji me re hatin. Me ti tişt ji ti kesê neveşartiye, sebeb dîyar bûn lê gelek kesan welê fêm kir ku em xemsariyê dikin an hej wan nakin. Divê zelal bikim ku dilê me ji ti kesê nemaye û kîna me ji ti kesan re nîne. Çima hebe? Em komikeka civata kurdînivîsan in, em kêmtirî %1ê neteweya xwe ya li Bakur in…
Li Bakur vê gavê Diyarname û ZazakîNews, wek karê me yê Kurdîgehê, şexsî û xwebexşane didomînin. Sê malperên dezgehan yên rojane weşanê dikin Botan Times, Ajansa Welat û Xwebûn hene. (Malperên Tirkî yên beşa Kurdî jî heyî najimêrim). Ajansa Welat û Xwebûn yên tradîsyona sîyasî ya “Welatê” ne ku xwe wek Medyaya Azad bi nav dike.
Li Mêrdînê jî Nuhev Medya heye ew jî hewil dide weşana xwe berfireh bike û bike pir-reng û rojane.
Botan Times wek malpereka Şirketa Botan Internationalê hewil da/dide wek malpereka ne ya hereketeka siyasî li ser pêyan bimîne.
Di vê rêyê de RSF, Weqfa Chrestê û EEDyê pişta me girt.
Ez nizanim ez ê kengê bikarim rêyekê bibînim ku em weşanê bidomînin. Lê niho hêvî û erkên ji me tê xwestin em ê nekarin bikin. Nexwe em bisekinînin baştir e.
Wek şirket karên dî yên Botan Internationalê nesekinîne. Me 91 kargehên medyaya kurdî pêk anîne, 407 kes beşdar bûne û em dewam dikin. 25 mamosteyên me hene. Projeya me ya biletfiros.com heye. Ji bo projeyeka biçûk ez, Semiha Yildiz û Yonca Sarsilmaz dewam dikin. Îbrahîm Yeşîlçîmen wek şêwirmendê fînansê, Şeyhmus Baykal wek şêwirmendê teknîkê dewam dike.
Ez hêvî dikim ez di demekê nêzîk de mizgînîyeka xêrê bidim we lê heta hingê xatirî we.
Çîroka Botan Internationalê
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.