Beşa Ingilîzîyê ya Botan Timesê dê êdî wek malpereka serbixwe bi lînka en.botantimes.com weşana xwe bidomîne.
Berpirsê malperê Murat Bayram e û edîtora wê Yonca Sarsilmaz e. Dîzayna malperê Murat Bayramî çêkiriye û Şeyhmus Baykalî kodên malperê nivîsîne.
Kovara Botan Timesê ya bi Ingilîzîyê, BT Weekly jî dê li wê malperê bê weşandin. Dîzayna kovarê Ridwan Xelîl dike.
Malper dê vê gavê bi tenê nûçe û nivîsên ji Botan Timesê hatîn wergerandin biweşîne. Yanî hûn ê bi Ingilîzîyê nûçe û nivîsên Beril Caymaz, Gulistan Korban, Yonca Sarsilmaz, Murat Bayram, Serdar Şengul, Qesîm Etmanekî, Canan Yalçin, Tevfik Bayram û Omer Faruk Baranî bibibînin.
Şirketa Botan International Medya LTD xwediya malperê ye. European Endowment for Democracy (EED) piştgirîya Botan Internationalê dike û Rojnamegerên Sînornenas (RSF) partnera daîmî ya BotanIntê ye.
Îmaj û Rastî18/04/202416:07 Stenbol – Gotûbêjek li ser 126 salîya Rojnamegerîya Kurdî18/04/202415:13 Lîstika Rîuelîstik îro li Festîvala Şanoyê ya Amedê derdikeve pêşberî gel18/04/202414:24 Çawîşê pispor bi tohmeta ku ‘êrişa zayendî’ kirî, hat girtin18/04/202412:02 Giraniya Qenciyê û Dayin û Stendina Dilî18/04/202411:01