Botan International wê bi hevkarîya RSFyê li Amedê Kargeha Pêşkêşkarîyê pêk bîne

21/01/2022

Botan International wê bi hevkarîya RSFyê li Amedê Kargeha Pêşkêşkarîyê pêk bîne. Ziman û perwerdeya kargehê dê bi kurdî be û rojekê dewam bike. Heta 26ê Çileyê, roja çarşemê hûn dikarin serî lê bidin.

Kargeha ku dê Botan International li Amedê li dar bixe 29ê Çileyê roja Şemîyê ye û rojek e. Dersdarê Kargehê rojnameger û pêşkêşkarê Waar TVyê Mehdî Mutlu ye.

Mehdî Mutlu bi salan e di gelek qenalên kurdî de kare pêşkêşkarîyê dike. Dê di kargehê de jî behsa tecrûbeyên xwe, teknîka karî û rê û rêbazan bike.

Di Kargehê de wê derse pêşkêşkarîyê were dayîn.

Rojnamegerên li Amed û bajarên derdora wê yên di medyaya berbelav de kar dikin, yên bêkar hatine hiştin, xwendekarên beşên rojnamegerî, radyo û televizyonê yên fakulteyên ragihandinê, rêxistinên mafparêziyê û her kesên ku dixwazin vî karî bikin, dikarin serî lê bidin.

*Kargeh Beleş e.

** Heqê rê û yê cihê mayînê yê beşdarên ji derveyê Amedê tên nayê dayîn.

Ji bo forma serlêdanê, bitikîne.

Serlêdan wê heta saet 17:00ê 26ê Çileyê, roja çarşemê werin qebûlkirin. Heger pirsên we hebin han dikarin têkilîyê bi me re deyin û pirsen xwe bikin:

Berpirsa têkilîyên digel beşdaran: Vahdet Uçar – [email protected]
Berpirs: Murat Bayram – [email protected]

Belge û anîmasyonçêker: Semiha Yildiz

Şêwirmend:
Pispora meteryalên perwerdekirina kurdîyê, As. Prof. Zuzan Barwarî

Şêwirmend:
Pispora Zayenda Civakî, Dr. Isabel Kaser

Şêwirmend:

Pispora zimanê Ingilîzî, Veen Sulaivany

www.botaninternational.com

www.botantimes.com

Ofîsa Diyarbekirê:

Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 1. Sokak, Nuyap Center Office, Kat: 2, No: 13


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Hejmara 3yan a Destarê derket

Weşana paşê

BAJAR dê li Taksim-Beyogluyê konserê bide

Te hay ji vê heye?

Gernas Nenas: Gelek zehmet e bernameyên kurdî kîtleya xwe bibîne

Botan International bi piştgirîya Rojnamegerên Sînornenas

MLSAyê li Amedê kargeha xwe pêk anî

Kargeha Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê

Botan Internationalê du kargehên li ser podcastan pêk anîn

Botan International bi piştgirîya Fona Demokrasîyê

Dersdarên Kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal kî ne?

Botan International dê bi piştgirîya Fona