Botan International Kargeha Nefes û Dîksîyona Kurdî 25.11.2021 pêk tîne, serîlêdan berdewam in

18/11/2021

Botan International dê bi hevkarîya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) 25ê Mijdarê Kargeha Nefes û Dîksîyona Kurdî pêk bîne.

Kargeh dê li Ofîsa Botan Internationalê ya Diyarbekirê/Amedê bê pêkanîn û ders dê Kurmancî bin.

10 kes wê beşdarî kargehê bibin. Lijneya hilbijêr dema beşdaran hildibijêrin dê ji bo jinan, rojnamegeran, wan kesên serî li bernameyên me dayîn û nehatîn hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegerîyê rêxweşker bin.

Piştî kargehê sertîfîkayek dê bê dayin. Kargeh bêpere ye.

Botan International dê ji bo rê û manê bûrsê nede. (Ji bo bursê fon nehate dîtin.)

Dersdar: Serdar Canan (Etnomûzîkolog)

Form dê heta 22yê mehê ji bo serîlêdanan vekirî be. Forma serîlêdanê di pêvekê de ye: https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLScnCXQGI5nzFcDZtwtYZnzBxYJFGC3W3z7bA1HYRZBtiEsuTA/viewform


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Li Duzceyê erd hejîya

Weşana paşê

Hunermendê navdar Omer Suleyman li Rihayê desteser kirine