Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Bo Şaredarîya Colemêrgê Qeyûm hat tayînkirin!

03/06/2024

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkîyeyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm avêtîye ser Şaredarîya Colemêrgê.

Duhî bi şev polîsan Şaredarîya Colemêrgê dorpêç kiribû, serê sibehê jî bi ser şaredarîyê de girtibû û Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hatibû desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bi sedan polîsan duhî bi şev derdora saet 23.00yan Şaredarîya Colemêrgê dorpêç kiribû. Kolana ku şaredarî lê ye û hemû kolanên li derdorê ji alîyê polîsan ve hatin girtin. Hat îdiakirin ku piştî dorpêçê vê sibehê serê sibehê derîyên şaredarîyê hatine şikandin û bi ser şaredarîyê de hatîye girtin.

Piştî desteserkirina hevserokê şaredarîya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û biserdegirtina şaredarîyê da, aniha jî li Colemêrgê qedexe hat ragihandin.

Li gorî daxuyanîya walitîya Colemêrgê hemû meş, xwepêşandan, civînên çapemenîyê, grev, vedana konan û çalakîyên rûniştinê hatin qedexekirin.

Qedexeyê îro saet 08.00an dest pê kirîye û dê heta 12ê Hezîranê saet 23.59an berdewam bike.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan