Hunermend Şivan Perwer strana xwe “Narîn” ji arşîva xwe ya 1982yan parve kir.
Piştî hat zanîn ku termê Narîn Guranê hatîye dîtin, Perwer bo Narîn Guranê strana xwe ya bi navê “Narîn” ji arşîva xwe ya 1982yan parve kir û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî da zanîn.
Wî, dema ku Narîn wenda bû jî strana xwe ya “Dayik” parve kiribû ku stran li ser giringî, hezkirin û xwedîderketina li zarokan e.
Narîn Guran 8 salî bû. Ew ji 21ê Tebexê were wenda bû û tu agahîyên esas li ser nebûn ji bilî çend îddîayan.
Guran ji gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê ye. Ew rojekê ji kursa Qur’anê derketîye û piştî wê jî ti agahî jê nehatibûne wergirtin ku paşî termê hatîye dîtin.
Heta niha jî ji bilî çend îddîayan, sebebê kuştina wê tam dîyar nebûye û li benda encamên otopsîyê ne.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.