Blue Sky Studiosê bi Scrat xatir xwest: Si’orikê “Serdema Qeşayê” Scrat berûya xwe dixwe

  • 14/04/2022
Blue Sky Studiosê bi Scrat xatir xwest: Si’orikê “Serdema Qeşayê” Scrat berûya xwe dixwe
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

14/04/2022

Şîrketa çêkerîyê Bluw Sky Studiosê derîyên xwe girtin. Blue Sky Studios çêkerê fîlmê anîmasyon ê bi navê “Serdema Qeşayê” ye û xatirê xwe bi vîdeoyeka kurt xwestiye. Di vîdeoyê de tê dîtin ku Si’orikê Serdema Qeşayê, Scrat di dawîyê de berûya xwe dixwe. Ku bi salan li pey wê berûyê baz dide.

Walt Disneyê 20th Century Fox kirîye û vê yekê şîrketa Blue Sky Studios êxistiye rewşeka dijwar. Lewra jî şîrketê biryara girtinê standiye û xatirên xwe jî bi karakterê navdar Scrat xwestine. Si’orikê anîmasyona Serdema Qeşayê. Scrat di hemû fîlman de li pey berûyekê dibeze lê nikare bi dest bixe û bixwe, di dawîyê de digihe mirazê dilê xwe.

Her çend Blue Sky Studio hatibe girtin jî dê fîlmê Serdema Qeşayê berdewam bike. Şîrket niha li ser fîlmek û kurtefîlmekî nû ê Serdema Qeşayê dixebite.

%d