Di biryardayînê de Bandora Derûnnasiyê: Em Çawa Dikarin Biryarên Baştir Bidin?

Biryardayîn, pêvajoyek e ku em di her warê jiyana xwe de pê re, rû bi rû dimînin û bi berdewamî pêk tînin. Em ji jiyana rojane heya karsaziyê, ji perwerdehiyê heya têkiliyên civakî di her qadê de biryaran didin. Derûnnasî, agahdariyên girîng ji me re peyda dike, da ku em pêvajoya biryargirtinê baştir fam bikin […]

Di biryardayînê de Bandora Derûnnasiyê: Em Çawa Dikarin Biryarên Baştir Bidin?
Di biryardayînê de Bandora Derûnnasiyê: Em Çawa Dikarin Biryarên Baştir Bidin?
Canan Yalçın
  • 2 Nisan 2023 06:53

Biryardayîn, pêvajoyek e ku em di her warê jiyana xwe de pê re, rû bi rû dimînin û bi berdewamî pêk tînin. Em ji jiyana rojane heya karsaziyê, ji perwerdehiyê heya têkiliyên civakî di her qadê de biryaran didin. Derûnnasî, agahdariyên girîng ji me re peyda dike, da ku em pêvajoya biryargirtinê baştir fam bikin û biryarên çêtir bidin. Di vê gotarê de, ez ê li ser, lêkolînên derûnî çawa ronahiyê didin biryardayînê û stratejiyên ji me re bibin alîkar ku em biryarên çêtir bigirin bisekinim.

Pêvajoya biryardayînê, pêvajoyek tevlihev e, ku kes hewl didin di nav alternatîfan de bi hilbijartina, bigihîjin armancên xwe. Ev pêvajo, rêzek gavên zîhnî yên wekî bikaranîna agahîyan, nirxandin, bijartin û nirxandina encaman dihewîne. Dayîna biryarên baş, di baştirkirina qalîteya jîyanê û serkeftinê de hêmanek girîng e. Ji ber vê yekê, da ku em pêvajoya biryardayinê fehm bikin û baştir bikin, em ê berê xwe bidin agahiyên derûnî.

Derûniya venasînî(cognitive psychology), li ser ka mirov çawa difikrin, çawa biryaran didin û çawa tevgerên xwe beralîdikin, dixebite. Di van xebatan de hate zanîn ku mirov, prosesa biryaradayînê de, serî li awayên ramanên îrrasyonelî didin. Di lekolîna navdar ya ku jî alîye Tversky û Kahneman(1974) ve hatîye kirin de, hate zanîn ku mirov dikevin di nava têgihiştinên şaş ên venasînî de. Di nav van têgînên(concept) şaş de têgehên wekî biasiya pejirandinê(confirmation bias), bandora çarçovekirinê(framing effect) û heurîstîkiya nûnertiyê(representativeness heuristic) hene.

Biasiya pejirandî, tê wê wateyê ku mirov meyl dikin ku bêtir qîmetê bidin agahîyên ku bi baweriyên wan yên berê re têkildar in. Ev xeletiya venasînî, bandorê li ser awayên şîrovekirin û têgihîştina mirovan ji bo agahdariyên nû dike. Mînak, eger kesek li ser siyasetmedarekî(eke) xwedî nêrînek erênî be, ew kes wê hingê bêtir bala xwe bide nûçeyên erênî yên li ser wî/wê siyasetmedari/e û bala xwe nade nûçeyên neyînî. Ango, ev kes bi rêya qîmetdayîna agahiyên bi nêrînên wî/wê re hevpar, baweriyên xwe yên heyî piştrast bike.

Bandora çarçovekirinê, bi awayê pêşkêşkirina agahdariya ku bandorê li biryarên mirovan dike re têkildar e. Dema ku heman agahdarî bi awayên cûda hatin pêşkêşkirin, biryardayîna mirovan jî wê bi awayên cûda bandor bike. Mînak, heke hilberek wekî “ji %90 bê rûn” were reklamkirin, îhtîmal e ku mirov wê  ji ya ku wekî “ji %10 bi rûn” tê reklamkirin zêdetir bikirin. Bandora çarçovekirinê, di peyamên siyasî de jî pir caran tê bikar anîn.

Nûnertiya heurîstîk, meyla mirovan a ku di pêvajoya biryara xwe de nûnerîyên(representation) xwe yên zîhnî bispêrin, da ku texmînek bilez bikin ka tiştek an kesek çi ye an kî ye. Mînak, dema me zanî ku kesek rêveberek payebilind e, em dikarin bifirin ku ew dîsîplîn, cidî û serketî ye ji ber ku ev taybetmendî bi gelemperî bi rêvebiran re têkildar in.

Ev hemû têgînên şaş yên cognitive, bandorê li biryarên mirovan dikin û dibin sedema encamên xelet û neaqilane. Di heman dem de ew, nîşan didin ku awayên ramana, ku mirov di pêvajoya biryardayînê dê bikar tîne, bi gelemperî ji rasyoneliyê dûr in.

Di pêvajoya biryardayînê de bandora hestan jî mijareke girîng e. Hîpoteza nîşaneyên somatîkî ya Damasio (1994) amaje dike ku hest û sehên laşî di pêvajoya biryargirtinê de rolek girîng dilîzin. Li gorî vê teoriyê, hest ji me re dibe alîkar ku di pêvajoya biryargirtinê de zû û bi bandor tevbigerin. Lêbelê, gava ku hest pir bi bandor bin, ew dikarin bandorek neyînî li biryardayînê bikin.

Faktorek din ku bandorêk gîrîng li ser biryardayîna me dîke, civak û dînamîkên koma me ne. Lêkolînek klasîk a Asch (1951) destnîşan dike ku mirov ji ber zexta civakî û meyla lihevhatinê dikare biryarên xelet bide. Bandorên weha yên civakî, tesîrê li pêvajoyên biryardayîn a kesan dike û dibe sedem ku ev kese li şûna ku biryarên rast û mentiqî bidin, li gorî normên komê tevbigerin.

Di ronahîya vê agahiyan de, ji bo birbardayînek çêtir,em dikarin stratejiyên jêrîn bikar bînin: 

Dûrketina ji têgînên şaş ên cognitive: Ji bo ku di pêvajoya biryardayînê de rêgezek objektîf û aqilane bipejirînin, divê em hay ji têgînên şaş ên cognitiv hebin û hewl bidin ku xwe ji xeletiyên weha dûr bixin.

Haydarbûna ji hestan: Bi haydarbûna xwe ya hestyarî de, divê em binihêrin ka hestên me çawa bandorê li biryarên me dikin û hewl bidin ku pêşî li bandoreke zêde, bigirin.

Nirxandina bandorên civakî:Bi berxwedaniya li hember zextên civakî û meyla adaptebûnê, em dikarin bîryarên xwe bêtir serbixwe û maqûltir bidin. Dema ku em ramanên kesên dinirxînin, divê em li ser bandora wan nirxandinek objektîf bikin.

Analîzkirina encamên alternatîfên din: Di pêvajoya biryargirtinê de, girîng e ku meriv vebijarkên berdest û encamên gengaz bi baldarî analîz bike. Bi karanîna rêbazên wekî ramana ayînde (prospective thinking)  û plansazkirina senaryoyê(scenario planning), em dikarin encamên pêşerojê yên gengaz binirxînin û biryarên çêtir bidin.

Bi rîsk û nezelaliyê re serderîkirin: Em gelek caran di pêvajoya biryardayînê de bi rîsk û nezelaliyê re rû bi rû dimînin. Di vê rewşê de, em dikarin bi bikaranîna nirxandina xetereyê û stratejiyên rêveberiyê biryarên çêtir bidin. Di heman demê de, em dikarin ji bo pê re serederîkirin ya bi nezelaliyê re rêyên maqûl û esnek bikarbînin.

Fêrbûn û pêşveçûna domdar: Ji bo baştirkirina jêhatîbûna biryardayinê, divê em bala xwe bidin ser hînbûn û xwe-pêşkeftina domdar. Ji bo vê mebestê, bi şopandina lêkolînên derûnî û vedîtinên nû, em dikarin li ser faktorên ku bandorê li pêvajoya meya biryardayînê dikin fêr bibin û van agahiyan bixin pratîka xwe de.

Wergirtina paşragihandinê(feedback) ya ji kesên din: Di pêvajoya biryardayînê de, girîng e ku em nêrîn û bertekên kesên din binirxînin. Bi bidestxistina perspektîfên nû û fêrbûna ji serpêhatiyên cûda, em dikarin biryarên xwe bi perspektîfek berfirehtir binirxînin û tercîhên xwe baştir bikin.

Rêvebirina dem û têkoşîna li dijî paşvexistina demî: Di pêvajoya biryardayînê de, di derheqê rêvebirina dem û paşvehiştina demî de bandorbûn, gelekî gîrîng e. Bi dayîna biryarên di dema xwe de û guncaw, em dikarin pêşî li pirsgirêkên potansiyel û çavkaniyên stresê bigirin û jiyana xwe baştir bi rê bixin.

Di encamê de, rola derûnnasî û lêkolînên zanistî, di pêvajoya biryardayînê de, ew ji me re  têkarîyên girîng dikin ku em biryarên çêtir bidin. Bi dûrketina ji têgînên şaş ên cognitive, hay ji hestên xwe hebûn, nirxandina bandorên civakî, û rûbirûbûna xeternak û nediyariyê, em dikarin biryarên saxlemtir, mentiqî û jêhatî bidin. Bi vî awayî, em dikarin şansê xwe ji bo bidestxistina encamên serkeftîtir û dilxweştir di hemû warên jiyana xwe de zêde bikin. Di ronahiya lêkolînên derûnnasî de, em dikarin bi berêxwedayînê ya pêvajoyên biryardayînê yên bêtir agahdar û bingeh-zanistî, beşdarî avakirina pêşerojek çêtir ya ferdî û civakî bibin.

Çavkanî:

  1. Tversky, A., & Kahneman, D. (1974). Judgment under Uncertainty: Heuristics and Biases. Science, 185(4157), 1124-1131.
  2. Damasio, A. R. (1994). Descartes’ Error: Emotion, Reason, and the Human Brain. G.P. Putnam’s Sons.
  3. Asch, S. E. (1951). Effects of group pressure upon the modification and distortion of judgments. In H. Guetzkow (Ed.), Groups, leadership, and men (pp. 177-190). Carnegie Press.
  4. Kahneman, D., & Tversky, A. (1979). Prospect Theory: An Analysis of Decision under Risk. Econometrica, 47(2), 263-291.