Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di derbarê Osman Kavala de: Li dijî Tirkiyeyê dê pêvajoya binpêkirinê bê destpêkirin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya ku 30ê Çiriya Paşîn dest pê kir û 3 rojan dewam kir de, îro deng da ku li dijî Tirkiyeyê ji ber ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih neaniye, pêvajoyeke binpêkirin û cezakirinê bê destpêkirin. (AÎHM). Komîteyê bi piraniya dengan, ji sê paran duyan, biryar da ku li dijî Tirkiyeyê pêvajoya binpêkirinê bide destpêkirin.

Muhleta ku AÎHMê ji bo serbestberdana karsaz Osman Kavala dabû Tirkiyeyê, di 29ê Çiriya Paşîn de bi dawî bû. Komîteya Wezîran a ku weke biryara siyasî ya Konseya Ewropayê tê naskirin, di navbera 30ê Çiriya Paşîn û 2yê Kanûnê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê civiya.

Lijneyê biryar da ku ji bo Tirkiyeyê ku biryara AÎHMê ya “Divê Osman Kavala bê berdan” bi cîh neanî, pêvajoya binpêkirinê bide destpêkirin. Bi vî awayî Tirkiye piştî Azerbeycanê bû duyemîn welatê ku li dijî wê biryara destpêkirina pêvajoya binpêkirinê hat dayîn.

wezareta Karûbarên Derve: Divê her kes, bi taybetî Komîteya Wezîran, rêz û bawerî bi proseya dadwerî hebe

Li hemberî biryara Lijneya Wezîran a ji bo destpêkirina pêvajoya binpêkirinê ya li dijî Tirkiyeyê, yekem bertek ji Wezareta Karên Derve hat. Di daxuyaniya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Em bang li Konseya Ewropayê dikin ku dev ji vê biryarê berde ku destwerdana daraza serbixwe ye. Divê her kes, bi taybetî Komîteya Wezîran a AKê, rêz li pêvajoya dadwerî ya ku ji aliyê dadgehên serbixwe û bêalî ve tê meşandin, bigire û pê bawer be.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev gotin hatin bikaranîn:

“Her çend biryarên ku ji biryara Kavalayê kevntir in û li welat û mijarên din nayên bicihanîn hene, em vê yekê wekî nêzîkatiyek nelihev dibînin û bi taybetî jî biryara Kavalayê di rojevê de dihêlin. Ji ber ku mekanîzmayên heyî yên di sîstema Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de li ser esasê nêrînên siyasî, ne li gorî têgihiştineke hiqûqî û adil, li dijî hin welatan tên xebitandin, beriya her tiştî zirarê dide nav û dengê Konseya Ewropayê bi xwe.

Di civînê de wekî qonaxa yekem a pêvajoya binpêkirinê, heyetê biryar da ku lêkolîn bike bê ka Tirkiye bi biryarên AÎHMê re Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye yan na. Ji bo ku komîte vê biryarê bigire, diviyabû ji sê parên duyê endaman -yanî 47 endaman 32 ji wan- li dijî Tirkiyeyê dengê xwe bidin. Hat diyarkirin ku biryar bi piraniya dengan hatiye girtin.

Li gorî agahiyên ku Euronewsê bi dest xistine, biryara fermî dê sibê li ser malpera Konseya Ewropayê bê ragihandin.

Pêvajo dê çawa bimeşe?

Piştî ku bi piranîya dengên endaman “li dijî Tirkiyeyê dest bi proseya binpêkirinê” kirin, dê bê dîtin ku dê pêvajo çawa bimeşe. Di qonaxa bê de, Komîteya Wezîran dê ji AÎHMê bipirse ka di pêkanîna biryara ku di derbarê mijarê de hatiye girtin de, binpêkirinek ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin yan na.

Ger AÎHM jî biryarê bide ku “Tirkiye AÎHM’ê binpê dike” dê ev mijar careke din di Lijneya Wezîran de bê nîqaşkirin û ger ku komîte ji sê parên duduyan piraniya dengan bi dest bixe, dê AÎHM bikaribe mueyîdeyên wekî derxistina Tirkiyeyê ji endamtiya Konseya Ewropayê, rawestandina mafê dengdanê û ne tayînkirina personelên ji Tirkiyeyê li peywirên payebilind ên Konseya Ewropayê bisekinîne.

Çi qewimîbû?

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di civîna xwe ya 16-17ê Îlonê de, heta 29ê Çiriya Paşîn dem dabû Tirkiyeyê ku Kavala azad bike. Komîteyê di daxuyaniya xwe ya roja Înê ya 17ê Îlonê de diyar kiribû ku eger Tirkiye heta meha Kanûnê Kavala azad neke ew ê li gorî xala 4emîn a xala 46an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) pêvajoya binpêkirinê bidin destpêkirin.

Duyemîn danişîna doza ku dosyaya Geziyê û Çarşiyê bi hev re li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin 26ê Çiriya Paşîn roja înê hat dîtin û bi yek dengî biryar hat dayîn ku girtina yekane gumanbar Osman Kavala berdewam bike doz.

Çavkanî: Medyascop