Biryara doza RedHackê taloqî 31ê Kanûna Pêşîn bû

10/12/2021

Rojnamegerên ku hackirina e-maîlên Berat Albayrakî kirine nûçe têndarizandin, dê di 31ê Kanûnê de li dijî nêrîna dozger dê parastinê bikin. Dema ku Berat Albayrak Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Sirûştî bû e-maîlên wî hatibûn hackirin û hin rojnamegeran jî bi nûçeyan ev e-maîl eşkere kiribûn, biryara dozê taloqî 31ê Kanûna Pêşîn bûye.


Du rojan berî rûniştinê, dozgerî mûtalaaya xwe pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a 29an a Stenbolê kiribû û xwestibû ku xebatkarê BîrGûnê Mahir Kanaat, edîtorê berê yê Dikenê Tunca Öğreten, midûrê nûçeyan ê DÎHAya hatî girtin Omer Çelîk, rojnameger Metin Yoksu, edîtorê rojnameya Yolculukê Eray Saygın û berpirs û midûrê ETHAyê Derya Okatan bi sûncê ”bi awayekî neqanûnî dane yan jî wergirtina daneyan” werine darazandin û cezakirin. Herweha xwest ku Okatan, Eray, Yoksu û Çelik jî ji ber ‘propagandaya rêxistinê ya zincîrkirî’ bên cezakirin.

  • Di 13emîn rûniştina 9ê Kanûna Pêşîn hat dîtin de tenê Tunca Öğreten û parêzerên rojnamegerên tên darizandin amade bûn.
    Di rûniştinê de hat dîtin ku lijneya dadgehê hatiye guhertin, dozger nêrîn û mûtalaaya xwe dubare kir. Parêzerên rojnamegeran ji bo miwekîlên wan xweparastina xwe bikin dem xwestin.
    Dadgehê ev daxwaz qebûl kir û rûniştin taloqî 31ê Kanûna Pêşîn kir. Dadgehê hukma kontrola edlî yên rojnamegeran betal nekir.
  • Çavkanî:Bianet*


    sitesinden daha fazla şey keşfedin

    Subscribe to get the latest posts sent to your email.

    Weşana berê

    Reem Abaliya kurd di hikûmeta nû ya Elmanyayê de bû wezîr

    Weşana paşê

    Bersûcê doza Cemal Kaşıkcî hat berdan