Berpirsê Botan Internationalê, Murat Bayram 13ê vê mehê (13.10.2021) li Montenegroyê û cihgira berpirsî Vahdet Uçar jî di heman rojê de li Antalyayê beşdarî bernameyên navneteweyî yên li ser medyayê bûn.
Di Forûma Edîtoran ya Başûrê Welatên Ewropayê de Murat Bayram roja duyem axivî û diyar kir ku medyaya tirkî ya mixalif ji ber naveraka xwe di bin êrîşan de ye lê hebûna medyaya bi zimanê kurdî bi xwe di bin êrîşan de ye.
Di bernameya Konsolxaneya Almanyayê de, Vahdet Uçar li ser rê û çareserîyên medyaya dîjîtal beşdarî kargehan bû.
Murat Bayram û Vahdet Uçar dê hûrgilî û agahîyên berfireh ji Botan Timesê re diyar bikin.