“Dema ez herî keyfxweş jî dibim û dema ez herî xemgîn jî dibim, ew dem e ku peykeran çêdikim. Ez dema berhemekê çênekim dikevim depresyonê.”
Peykeltraş Bilge Kutluyê evîna xwe ya ji bo peykeltraşiyê bi van gotinan diyar kir û bersiva pirsên Botan Timesê da.
Çîrokên li pişt berheman xembar in
“Ez dest diavêjim kevirekê. Berhemeka hûnerî ji wî kevirî çêdikim. Paşê giranîya çîroka li pişt silûetê berhemê tê bîra min. Ew çîrok ne bi tenê şeklî dide berhema min. Şeklî dide hestên min jî.”
“Herî zêde şeklê jinan çêdikim. Jinên xwediyên çîrokên dijwar… Paşê tehliya wê dijwarîyê giranîyekê li ser dilê min çêdike. Dixwazim dermanê min jî heman tişt be. Ez ê peykerên jinên kurd ên bihêz çêbikim û hêzê ji wan peykeran bistînim.”
Kurd, jin, hûnermend…
“Ez kurdek im zehmetîyên wê hene, jinek im û hûnermendek im. Her yek ji nasnameyên min xwediyên zehmetîyan in. Bi ser hemîyan re astengîyên ekonomîk jî hebûn demekê… Min ji rexa rêyan kevir dizîne û bi wan peyker çêkirine.”
“Ez resam bûma. Çêdibû ku min li quncikeka mala xwe karê xwe bikira. Lê ez şeklî didim keviran, makîneyên bihêz bi kar tînim. Heta ku ji ber vê yekê pereyekê zêde didim elektrîkê. Helbet divê li stûdyoyekê kar bikim. Xeyal dikim rojek bê, derfet çêbin û ev astengî rabin. Û… ez berheman bi dilê xwe çêkim.”
Jiyan û portreyên nîvçe
“Vê gavê ez li ser portreyên nîvçe, nîvco mayîn dixebitim. Yanî jiyanên temam nebûyîn: Kesên di emrê xwe yê ciwanîyê de mirîn, di zarokatiya xwe de hatîn zewicandin, yên ji ber zext û zordarîyê ji mal û warê xwe revîn…”
Not: Ev hevpeyvîn ji bo şîroveyan vekiriye. Herweha hûn dikarin ji bo [email protected] jî binivîsin.