Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Bilêta Azadîyê”: Ji bo jin û transan otobêseke belaş

26/06/2023
Wêne: Pîxabay

Eyaleta Karnatakayê ya Hindistanê ji bo zêdekirina îstîhdamê ji bo jin û transan xizmeta otobêsê ya bêpere da destpêkirin.

Rêvebirên eyaleta Karnakatayê bi vê yekê armanc dikin ku îstîhdama jin nû transan li eyaletê bê zêdekirin.

Seferên otobêsan 11ê Hezîranê dest pê kirin. Êdî jin û trans çiqas bixwazin dê bikaribin li otobêsan siwar bibin û kengî bixwazin dikarin biçine her derê eyaletê.

Li gorî nûçeya The Guardianê, di jiyana asayî û rojane da gelek jinên Hindû ji bo bêhnvedanê derketina wan ya ji malê wekî xewnekê ye. Ji bo ku ew bikaribin ji malê derkevin, divê ew destûrê û heqê rê ji malbatên xwe bixwazin.

Li eyaletê, nêzîkî 40 milyon jin hene û ew ji bo ku biçin cihekî din divê ew ji malbatên xwe destûrê wergirin. Bi vê pêngavê qet nebe êdî ev jin dê heqê rê ji malbatên xwe nexwazin.

Di 9 rojên ewil yên vê kampanyayê da zêdetirî 40 milyon jin û transan li otobêsan siwar bûn.

Li Hindistanê, tevî ku beşdariya jinan ya li karkirinê kêm e jî, hikûmet bi vê polîtîkayê armanc dike ku zêdetir jin û transan bo xebatê teşwîq bike.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan