Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Bilbil destekê dide Dildarî, Kelogirî dibêje kê ew kir otorîte

01/01/2023

Minaqşeyên ser navên mehan yên bi Kurdîya Kurmancî dewam dikin.

Ji zimannasan Mikail Bilbil ji gramereke Kurmancî navên mehan ji Botan Timesê re şandin.

Li gor wê rûpelê meha 1ê ya salê ”Kanûna Paşîn e” û meha 12an jî ”Kanûna Pêşîn” e.

Di rojên borî de, nivîskar Receb Dildarî edîtoryaya Botan Timesê hişyar kiribû ku bo meha 12an li şûna ”Berfanbar”ê, ”Kanûna Pêşîn” binivîse.

Edîtoryaya Botan Timesê ser vê rewşê nûçe hazir kir û Devliken Kelogirî, ku bi nivîsên mîzahî tê naskirin, bo daxwaza Receb Dildarî, ”Kengî bû otorîte û kê ew kir otorîte?” nivîsî.

Hin şiroveyên din yên karîneran ji Botan Timesê re şandine wiha ne:

Hesenê Uso: Navên mehan gelek in, di pirtûk û ferhengan de bi awayên cuda cîh girtine. Bi ya min “pêşîn” û “paşîn” girantir dike; her mehek peyvek be çêtir e. Wek 10. Cotmeh, 11. Mijdar, 12. Kanûn, 1. Çile

Av. Veysel Vesek: Meseleyeke bingehîn, di kurmancî de çima navên mehan weke hev nayên nivîsandin, yanî sedem çiye?

Şêrzad Badikî: Rewşenbîr divê dest bavêjin pirsgirêkên gel û wan çareser bikin. Ji bo ji her seriyek deng dernekevê ev mesele jî diviyabû bihata safî kirin. Niha hema ji devê mezinên me jî bi vî awayî tê bihîstin.

Raif Yaman: Bi zimanê me çend variantên navên dowanzdeh mehên salê henin. Navê Botan Times nivîstîye şaş nin e, tenê variantek din e. Gulan, tîrmeh, çirrîya pêşîn û çirrîya paşîn ne tê da navên din ên Receb Dildar qal kirî jî varianta navên mehên kurmanckî ên bi aslê xwe ji zimanê aramkî nin.

Siyajor: Hêziran gotinek ne xweş e bila bibe June, û meha Tebax bila bile Agust, çinkî ew peyvên global in.

Ahmet Oztekin: April û Octobor jî global in. Li gor qewlê pêşiyan “global” jî ji “glover”a me tê.

Huseyn Zana: Kal û pîrên me jî TÎR diemilînin. Herweha di nav mehên Farisî de jî TÎR heye.

Cibranî: Di qada dijîtal de nav çi qasî kin bin ew qasî baş e.

Mustafa Acar jî rûpelên kitêbekê şandin ku têde bo zarokan navê 12 mehan raber dike.


Foto Manşet: Twitter, @mikailbilbil



Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan