Bîlançoya RSFyê: Sala 2024ê 54 rojnameger hatine kuştin

12/12/2024

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bîlançoya xwe ya salane ya 2024ê eşkere kir. Li gorî vê bîlançoyê, rojnamegerî di nav şer û serkutê de bedelên giran dide.

Kurteya Bîlançoyê

Di sala 2024ê de 54 rojnameger hatine kuştin û ji van 31 kes di herêmên şer de jiyana xwe ji dest dane. Hejmara rojnamegerên girtî bi zêdebûneka %7ê gihîştiye 550 kesan. Xeze bûye herêma herî metirsîdar a cîhanê ji bo rojnamegeran û li wê derê ji Çiriya Pêşiyê ya 2023yê ve 145 rojnameger hatine kuştin.

Rapora Berfireh

RSF di rapora xwe ya 2024ê de diyar kiriye ku nîvê kuştina rojnamegeran di herêmên şer û di bin rejîmên serkutker de pêk hatine. Rêxistinê di raporê de bal kişandiye ser zêdebûna êrîşên li dijî rojnamegeran.

Xeze di sala 2024ê de bûye herêma herî metirsîdar a cîhanê û di pênc salên dawî de herêma ku herî zêde rojnameger tê de hatine kuştin. Ji Çiriya Pêşiyê ya 2023yê ve, ji 145 rojnamegerên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin, herî kêm 35 kes di dema karê xwe de hatine hedefgirtin.

Ji aliyê din ve, hejmara rojnamegerên girtî li cîhanê, li gorî sala borî bi zêdebûneka %7ê gihîştiye 550 kesan. Ev tundî, ku bi piranî ji aliyê hikûmetan an jî komên çekdar ve tê kirin û bê ceza dimîne, hewcedarî mudaxeleyeka lezgîn e. RSF bang dike ku ji bo parastina rojnamegeran û rojnamegeriyê gavên lezgîn bên avêtin.

Li Tirkiyeyê…

Nûnerê RSFê yê Tirkiyeyê Erol Önderoğlu di derbarê bîlançoyê de diyar kiriye ku li Tirkiyeyê di sala 2024ê de hejmara rojnamegerên girtî kêm bûye, lê hişyarî daye:

“Li Tirkiyeyê kêmbûna hejmara rojnamegerên girtî. Divê rastiyekê neveşêre ku belav bûna kontrola edlî û pratîkên din ên nedemokratîk ên ku azadiya tevger û hizrên rojnamegeran armanc digirin hene. Em dibînin ku hewldanên bêdengkirinê û bêbandorkirina nûçeyan, bi awayekî sistematîk bi riya sansûra li ser înternetê pêk tên.”

Daxuyaniya Birêveberê Giştî

Birêveberê Giştî yê RSFê Thibaut Bruttin gotiye ku ji bo pêşîlêgirtina vê rewşa xirab, hem têkoşîn hem jî hişyariya hemwelatîyan pêwîst e.

Bruttin di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Rojnameger namirin, tên kuştin; ne di girtîgehan de ne, rejîm wan davêjin girtîgehan; winda nebûne, hatine revandin. Ev sûc, ku piranî ji aliyê hikûmetan an jî komên çekdar ve tên kirin, qanûnên navneteweyî binpê dikin û piranî bê ceza dimînin. Divê em rêya bûyeran biguherin û wek hemwelatî ji bîr nekin ku rojnameger ji bo me, ji bo agahdarkirina me tên kuştin. Divê em hejmartinê, navlêkirinê û şermezarkirinê, lêkolînê û pêkanîna edaletê bidomînin. Qederparêzî nikare bi ser bikeve. Parastina kesên ku me agahdar dikin, parastina rastiyê ye.”

Daneyên Herêmî û Cîhanî

  • Ji rojnamegerên kuştî sêyeka wan ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin
  • Rekora nexwestî: Ji 54 rojnamegerên kuştî 31 kes di herêmên şer de jiyana xwe ji dest dane
  • Li seranserê cîhanê, di herêmên şer ên wek Rojhilata Navîn, Iraq, Sudan, Myanmar û Ukraynayê de hejmara rojnamegerên kuştî gihîştiye asta herî bilind a pênc salên dawî (%57,4)

Berdewamiya Şopandinê

RSF di bîlançoya 2024ê de 95 rojnamegerên windabûyî û 55 rojnamegerên di bin rehn de tespit kiriye ku %70ê wan li Sûriyeyê ne.

Barometra RSFê ku ji aliyê nûnerên herêmî û nûçegihanên wê ve berdewam tê nûkirin, dikare li ser malpera wan bê dîtin.

Nivîskar: RSF

Çavkanî: Botan Times RSF


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha