Bikaranîna Zanistê

Ji bo xwezaya zanistê baş bê nirxandin, divê têkiliya di navbera erdnîgarî û zanistê de baş bê fehmkirin. Her zanist, di nav şert û mercên civakî, dîrokî û siyasî de tên avakirin. Ji ber van sedeman, Zanista Pozîtîvîst ya ku bingeha xwe li ser fikr û ramanên çanda Rojavayê ava kiriye, ne mumkin e hemû mirovahiyê temsîl bike û di bikaranîna zanistê de, başiya hemû cihanê bifikire.

***

Zanista pozîtîvîst, di roja me de, ji gelek aliyan ve bandor li ser jiyana me kiriye û dike. Herçiqas bi hilberînên teknolojîk, em qala pêşketina mirovahiyê bikin jî, ev pêşketin, bi xwe re gelek pirsgirêkan derdixin holê. Pirsgirêkên xwezayî û pirsgirêkên insanî, di nav van pirsgirêkan de derdikevin pêş û roj bi roj mezintir dibin. Li vir divê em bipirsin: Gelo çavkaniya van pirsgirêkan zanist bi xwe ye an ji ber ku zanist şaş tê bikaranîn ev pirsgirêk derdikevin holê? Gelo guherîna bikaranîna zanistê, dikare van pirsgirêkan kêmtir bike an bi temamî ji holê rake? Baş e, em qebûl bikin û bêjin, ji ber ku zanist şaş tê bikaranîn, ev pirsgirêk derdikevin. Lê li ser vê qebûlê, pirseke nû tê hişê me: Gelo em ê çawa fehm bikin ku bikaranîna zanistê şaş e an rast e? Ew ê kî biryar bide?

Paul Feyerabend, di pirtûka xwe ya bi navê “Against Method” de, li ser vê pirsê disekine. Li gor Feyerabend, di mijara bikaranîna zanistê de, hêz di destê zanyaran de ye. Zanyar, wek kesên pispor, pêşketinên zanistî kontrol dikin û bi vî awayî li ser bikaranîna zanistê biryarê didin. Krîterên van biryaran çi ne? Başî û xerabiya encamên bikaranîna zanistê, çawa tên nirxandin? Gelo ev başî û xerabî, li gor hemû mirovahiyê ne an tenê ji bo dewletekê ye? Li vir mînaka bombeya atomê derdikeve pêşberî me. Gelo zanyarên li ser bombeya atomê dixebitîn, ma encama bombeyê nizanibûn? Gelo meriv dikare di bikaranîna bombeya atomê de qala bikaranîna rastî û şaşiyê bike? Feyerabend di vê mijarê de qala bêalîbûna zanyaran dike. Di xebatên zanistî de, tim qala bêalîbûna zanist û zanyaran tê kirin lê Feyerabend viya qebûl nake. Li gor Feyerabend, her zanyar, wek insan, di nav çand û civakekê de mezin bûye. Ji ber vê yekê, di xebatên zanistî de, bêalîbûna zanyaran ne mumkin e. Zanista pozîtîvîst a ku bi zanyarên rojavayî pêşve dikeve, di bikaranîna zanistê de, berjewendiyên rojavayê diparêze û tenê başî û xerabiya rojavayê difikire. Ji ber van sedeman Feyerabend, zanista Sedsala 20an, wek “Zanista Rojavayî” bi nav dike.

Piştî van nêrînên Feyerabend, li ser bikaranîna zanistê em pirseke nû bipirsin: Gelo zanista pozîtîvîst ku wek “Zanista Rojavayî” hatiye binavkirin û tenê perçeyek cîhanê temsîl dike, di bikaranîna zanistê de, çawa dikare li başiya hemû mirovahiyê bifikire? 

Li ser vê mijarê, fîlma “The Constant Gardener” (2005), qala bikaranîna Zanista Rojavayî dike. Di fîlmê de, em xebatên li ser îlacan temaşe dikin. Lê ev xebatên fîrmayên îlacan yên Rojavayî, ne li welatên Rojavayê ne. Fîrmayên mezin, xebatên xwe yên li ser îlacan, li Afrîkayê, li welatê Kenyayê dimeşînin. Îlacên ku encamên wan ne diyar in, li ser mirovan tên ceribandin û wek xebateke jirêzê  encamên wan tên qeydkirin. Li vir em dîsa dengê Feyerabend dibihîzin: Zanista ku ji bo başiya hinek mirovan, li hinek mirovên din (mirovên ne ji çanda wan) xerabiyê dike, çawa dikare bibe zanista hemû mirovahiyê? Zanista ku ji bo siberoja Ewropayê/ Emerîkayê, bi rehetî dikare mirovên Efrîkî feda bike, gelo di bikaranîna zanistê de dikare biryareke bêalî bide? Li gor Feyerabend, ji bo xwezaya zanistê baş bê nirxandin, divê têkiliya di navbera erdnîgarî û zanistê de baş bê fehmkirin. Her zanist, di nav şert û mercên civakî, dîrokî û siyasî de tên avakirin. Ji ber van sedeman, Zanista Pozîtîvîst ya ku bingeha xwe li ser fikr û ramanên çanda Rojavayê ava kiriye, ne mumkin e hemû mirovahiyê temsîl bike û di bikaranîna zanistê de, başiya hemû cihanê bifikire.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Feyerabend, ji bo çareseriya vê pirsgirikê, rêbaza Zanista Pozîtîvîst red dike û xelasiya mirovahiyê jî, di redkirina Zanista Pozîtîvîst de dibîne. Li gor Feyerabend, Zanista Pozîtîvîs, bi rêbaza zanistê, tahakkumeke xurt  li ser xebatên zanistî çêkiriye û rê li ber xebatên cuda girtiye. Bi redkirina rêbaza Zanista Pozîtîvîst, wê çand û civakên cuda bikaribin bi awayekî azad, xebatên xwe bimeşînin û xwe îfade bikin. Ji ber van sedeman, li gor Feyerabend, ev Zanista Pozîtîvîst ku rê li ber xwe îfadekirina xebatên cuda digire, ji holê bê rakirin û bi vî awayî “Civakeke Azad” bê avakirin. Di civakeke azad de ji aliyê fikrî ve, tahakkum û serdestiya tu çand û rêbazê tuneye. Zanisteke bi xebatên hemû çandan hatiye avakirin, di bikaranîna zanistê de jî, ne tenê başiya perçeyeke cîhanê, wê başiya hemû mirovahiyê bifikire. Xwezî bi zanisteke wisa!

Ancient African History. The science of medicine was originated by Africans in the ancient empire of Ghana – Dîroka kevnar a Afrîkayê. Dîroka Zanista Îlacan digihîje Afrîkayîyên ji împoratorîya kevnar a Ganayê.

*Ev nivîs dewama nivîsa “Rastiya Zanistê” ye.

Nivîskar/rojnameger
Murad Dildar
Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.