Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Bijarteyeka helbestên Selim Temo bo ingilîzî hate wergêran

05/06/2024

Bijarteyeka helbestên Selim Temo bo ingilîzî hate wergêran.

21 helbestên Selim Temo hatine wergêran bo ingilîzî û ligel zimanê wan yê resen kurmancî, wekî bijarteyekê ji alîyê weşanxaneya Pinsapo ve hate çapkirin.

Selîm Temo li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku bijarteyeka helbestên wî bi navê “Nightlands” ji alîyê Zêdan Xelef ve Alana Marie Levinson-LaBrosse bo ingilîzî hatine wergêran ku edîtorîya wê ji alîyê Öykü Tekten ve hatîye kirin.

Temo nivsîkarê 26 kitêban e û berhemên wî bo elmanî, erebî, ermenkî, îtalî û çendîn ziman din hatine wergêran. Nighlands yekemîn bijarteya wî ye ku bo ingîlîzî hatîye wergêran.

Du salan piştî kitêba Temoyî ya bi navê Pûnga li Bajêr, kitêba wî ya dawî ya helbestan 112 Hesp û Xezelek, Cotmeha 2023yan ji alîyê weşanên Darayê ve hatibû çapkirin ku wî di kitêba xwe da navên 361 hespan anîne û ji wan li ser 112 hespan helbest nivîsîne.

Çendîn helbestên helbestkar Temoyî bo çendîn zimanên bîyanî hatine wergêran.

Tîrmeha 2023yan 6 helbestên Temoyî ji kurdî bo spanyolî ji alîyê Jiyar Homer û Elias Olaviaga ve hatine wergêran. Helbestên hatî wergêran di kovara Este Paisê da bi sernavê “Poesia kurda: 6 Poemas de Selîm Temo” (Helbesta Kurdî: 6 Helbest ji Selîm Temoyî) hatine weşandin. Kovara Este Paisê, yek ji kovarên edebî ya spanyolî ye ku 32 sal in tê weşandin.

Herwiha, heman mehê, helbesteka din ya Temoyî “Li Roboskê” bo zimanê baskî ji alîyê Fito Rodrigez ve hate wergêran.

Yek ji zimanê din yê ku helbesteka helbestkar Selîm Temo bo hatî wergêran îtalî ye. Helbesta “Batirsonekê Nav Kunciyan” ji alîyê Francesco Marilungo ve bo îtalî hat wergêran.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan