Bianet: Mêran di Kanûna Pêşîyê de 34 jin kuştine

Mêran herî hindik tundkarî li 61 jinan kiriye, herî hindik çar zarok kuştine, herî hindik 37 zarokên keç û kur îstîsmar kirine, herî hindik 12 jin tacîz kirine, 130 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Li gor agahîyên Bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê ya 2021an de herî kêm […]

Bianet: Mêran di Kanûna Pêşîyê de 34 jin kuştine
Bianet: Mêran di Kanûna Pêşîyê de 34 jin kuştine
Botan Times
  • 5 Ocak 2022 07:26

Mêran herî hindik tundkarî li 61 jinan kiriye, herî hindik çar zarok kuştine, herî hindik 37 zarokên keç û kur îstîsmar kirine, herî hindik 12 jin tacîz kirine, 130 jin neçarî karkeriya seksê kirine.

Li gor agahîyên Bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Pêşiyê ya 2021an de herî kêm 34 jin kuştine û tecawiz li 7 jinan kirine.

Di meha Kanûna Pêşiyê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 13 jinan wekî “biguman” nîşan daye; (Stenbol (2), Enqere (2), Riha (1), Kocaelî (2), Amed (1), Çewlîg(1), Mereş (1), Balikesîr (1), Karabuk (1), Mûgla (1)).

Ji mirinên ku biguman yek jê a jinekê trans bûye.

Li Sêrtê çapemeniyê mirina jinekê weke “kuştina ku faîlê wê diyar nebûye” nivîsandiye. Li Stenbolê mêrek hewl da jinekê bikuje. Li Dîlokê mêrek gefa “kuştinê” li jina xwe ya berê xwariye.

Mêran di sala 2021an de 324 jin kuştine, 424 jin tacîz kirine, îstismar li 208 zarokan kirine, tecawiz li 96 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 772 jinan dane kirin û tundkarî herî hindik li 793 jinan kirine. Di sala 2021an de çapemeniyê kuştina 213 jinan weke “biguman” nivîsandiye. Mêran di vê salê de herî kêm 34 zarok kuştine.

Nûçe û grafîk: Bianet Kurdî*