Bi Rêya Fîlman Manîpulekirina Civakê

Nıvîskar:
11 months berê

Piranîya rêzefîlmên tirkan enstrumanên muhendîsîya civakî ne, bi manîpulasyoneka çendalî xelkê dîzayn dikin, eyar didin girseyên mezin. Lewre meriv dikare texmîn bike ku di bingeha çêkirina wan de aqilekî organîze yê polîtîk heye.

***

Di perwerdeyê de materyalên dîtbarî yên mîna şema, tablo, fotograf, vîdeo û fîlm gelek kêrhatî ne. Dem û dezgeyên dewletan ji bo perwerdekirina civakê û kadroyên xwe, hêzên organîze yên wekî rêxistin û cemaetan ji bo perwerdekirin û motîvekirina endamên xwe, şirket ji bo perwerdekirina xebatkarên xwe materyalên wisa bikar tînin. Lê ji van materyalan, bi taybetî fîlm, bi armanca dîzaynkirina civakê jî têne bikaranîn. Grûb û komelên ku wek hedef têne hilbijartin bi fîlman têne manîpulekirin. Girseyên ku dikevin ber manîpulasyoneka wisa, bêyî ku ferq bikin, sînorên tefekur, hisîyat û reftarîyên wan têne diyarkirin û di forma ku tê xwestin de şekil digirin. Di bikaranîna materyalên wisa de tirk ji mêj ve xwedan tecrube ne, gelek jî serketî ne. Mesela, Namık Kemal (1840-1888) di sala 1872yan de bi piyesa Vatan yahut Silistreyê tesîreka gelek mezin li ser xelkê dike. Civak bi rêya vê piyesê wisa manîpule dibe ku li kuçeyên Îstanbulê bi heyecan dest bi numayişan dike.

Di salên 1970yan de fîlmên sînemayê yên wekî Battal Gazi (4 film), Kara Murat (8 fîlm), Tarkan (8 fîlm) hebûn. Wê demê li salonên sînemayê dihatin nîşandan. Min di xortanîya xwe de ev hemî fîlm temaşe kirine. Mijara wan di dewra Usmanîyan de şerê tirkan li dijî Bîzansîyan bû. Lê temaya wan tirkayetî bû. Bi van fîlman girseyên gel li gorî polîtîkaya tirkoîslamîk ku di destpêka sedsalê de ji alîyê îdeologên rêxistina Îttîhad we Teraqqî ve hatiye danîn, dihatin manîpulekirin. Bi vî awayî cîhana fikrî û hisîyatên xelkê li gorî îdeolojîya resmî şekil digirt. Di bingeha mantalîteya kadroyên siyasî û mîlîtanên tirkperest (ülkücü) de tesîra van fîlman hindik nîne.

Di dewra cûntaya leşkerî ya 1980ê de, îcar fîlmên apolîtîk, yên erotîk-pornografîk derketin pêş. Çimkî rejîma cûntayê dixwest girseyên gel apolîtîze bibin da ku bi hêsanî bêne îdarekirin.

Li salên 2000an, ji ber ku meseleya kurdan êdî gelek pêş ve hat, zimnen be jî, dewletê li Tirkîyê hebûna grûbên etnîkî qebûl kir. Lewre îcar berê manîpulasyonê guherî ser grûbên etnîkî. Li gorî vê stratejîyê, diviya forma grûbên etnîkî ku hebûna wan qebûl kirine diyar bikin. Yanî belê, Li Tirkîyê ji bilî tirkan jî grûbên etnîkî hene, lê divê di nav mozaîka giştî de rengê wan pastelekî gelek sivik be. Û herçendî ji dirûvê wan, ji Tirkîya wan a şikestî eslê (köken) wan diyar be jî, divê bi îtaeteka tam tabiê etnîsîteya bilind bin û girêdayî dewletê bin.

Nimûneyek ji rêzefîlman

Navê fîlma ku em ê wek nimûne bala xwe bidinê Akasya Durağı ye. Ji tewirê fîlmên komedî-malbatî ye ku zarok-salmezin her kes dikare bi kêfxweşî temaşe bike. Mekanê ku fîlm têde hatiye girtin bajarê herî kozmopolît yê Tirkîyeyê Îstanbul e. Navenda bûyeran vindergeheka taksîyan (taksi durağı) e. Bûyer li derûdora xwedîyê vindergehê, şoferên taksîyan, malbat û merivên wan diqewimin. Heta niha 174 xelekên wê hatine çêkirin û her xelek jî bi dehan car tekrar-tekrar hatiye nîşandan. Min bi xwe tenê du xelek heta dawî temaşe kirine. Di hemî xelekan de bûyerên rojane yên basît bi awayekî komîk têne nîşandan ku meriv dikare bi dehan car temaşe bike. Ji bo ku di her saeta rojê de meriv wextê xwe bi xweşî derbas bike rêzefîlmeka îdeal e.

Di vê fîlmê de manîpulasyon bi ser karakteran re tê kirin. Mesela, xwedîyê vindergehê Nûrî baba (Zeki Alasya) di eynî demê de xwedîyê taksîyan e; patron, serek û efendîyekî têgihiştî, salmezinekî xweşbîn, muşfîk, sempatîk û wisa jî xwedan tecrube ye ku tu car xeletîyan nake, di her bûyerê de netîce wek gotin yan jî texmîna wî derdikeve. Di dereceyeka îdealîzekirî de welatparêz û neteweperwer e jî, berjewendîyên dewleta xwe di ser her tiştî re digire. Nûrî baba Tirkîyeka bêlehn (bêaksan) qise dike, lewre temaşekar dizanin ku ew tirk e. Lê xizmetkarê vindergehê, pirranîya şoferên taksîyan, ferdên malbat û kesên derûdora wan ji grûbên etnîkî yên li Tirkîyê ne. Ewên ku karên xirab dikin û asayişa giştî xira dikin jî, yan kesên meçhûl in, yan jî ji grûbên etnîkî yên derveyî tirkan in. Qereqola taxê dewletê sembolîze dike lewre komîser û polîs jî Tirkîyeka bêlehn qise dikin. Di her bûyerê de Nûrî baba û yên din tim alîkarê qereqolê ne, hetta ku bi polîsan re diçin operasyonan jî.

Yek ji karakterên fîlmê Mehmet Güven (Suat Sungur) ku leqebê wî “Mehmet hoca” ye, tirkekî Anadolê ye, yekî durist, paqij û fedakar e. Hem mamostatî dike hem jî şofêrtîya taksîyan dike, dixwaze zarokên xwe bide xwendin da ku ji bo dewletê bibin welatîyên baş. Tahir Yıkılmaz (Fikret Urucu) ku leqebê wî “Tahir baba” yan jî “Kara Tahir” e, serekê mafyayê ye, lê dîsa jî yekî baş û xêrxwaz e, ji qereqolê re xeletî nake.

Karakterên din, pirranî ji grûbên etnîkî yên li Tirkîyê ne. Mesela, Osman Şentürk (Cezmi Baskın) ku leqebê wî “Usman Aga” ye û jina wî Safîye (Gülay Baltacı) bi lehna arnawud, boşnaq yan jî romanan qise dikin. Lê zarokên wan êdî bi temamî tirkîze bûne û bi Tirkîyeka standard qise dikin. Sinan Kaya (Levent Ülgen) ji felehên Edeneyê ye, yekî bîtirim e. Xesûya wî Şazîment Özkaya (Bilge Şen) erebên ku tirkîze bûne temsîl dike. Ali Kemal Yıldırım (A. Fatih Uçan) di fîlmê de xelkê Trabzonê ye, laz e, leqebê wî “Ali Kefal” e, xwe qurnaz dizane lê yekî kêmaqil e. Arif Keser (Timur Acar) yekî romantîk e, xwe şaîr dizane lê şiîrên berbat dixwîne; bermayîyên yûnan, rûm yan jî ermenan temsîl dike. Kılkuyruk Mazhar (Kayhan Yıldızoğlu) cihûdan temsîl dike, yekî maldar e, bi faîzê pere dide xelkê. Hayri Ördek (Bican Günalan) ku leqebê wî “Avanak Hayri” ye, muhacirên Balqanan temsîl dike. Madam Eleni (Nilgün Belgün) jineka rûm yan jî yûnan e, ji tirkan hez dike.

Karakterê ku kurdan temsîl dike Seyit Erdoğan (Onur Şan) e. Ji ber ku gelek car sitranên Tirkî jî distrê lewre leqebê wî “Türkücü Seyit” yan jî “Urfalı Pavarotti” ye. Seyit di eynî demê de kurdên ku li Tirkîyê bi Tirkî distrên jî sembolîze dike, bi vî awayî ji bo dengxweşên kurd dibe rolmodel. Jixwe ev karakter di rastîyê de jî distrê, ji Sêwasê ye lê di fîlmê de xelkê Ruhayê ye. Seyit jî, jina wî Zeyno û diya wî Fato jî, endamên eşîreta wan jî, tev bi lehna kurdên Ruhayê Tirkî qise dikin. Seyît, wek tîpekî kurd yê edetî, yekî durist û saf, sadiq û qelender ku tu xirabîyekê nafikire, ji dil bi patron Nûrî baba ve girêdayî ye. Herwisa bi samîmîyet bi dewletê û hemî sembolên tirkayetîyê ve jî girêdayî ye. Bi tîpolojîyeka wisa hatiye îdealîzekirin ku divê her ferdekî kurd wî ji bo xwe wek emsal bibîne.

Grûbên etnîkî û miletên ku li Tirkîyê hene di vê rêzefîlmê de wisa sembolîze bûne ku temaşekar dikarin têbigihên kîjan karakter ji kîjan grûba etnîkî ye, lê navê grûbên etnîkî, em bibêjin navê “arnawud, boşnak, ereb, ermenî, kurd, laz, roman, rûm” hîç derbas nabe. Di her xelekê de, di ser van karakteran û bûyerên re bi awayekî nepen ev îmaj enjekte dibe: arnawud, boşnak, ereb, ermenî, kurd, laz, roman, rûm, axir ji bilî tirkan çi grûbên etnîkî li Tirkîyê hene, divê ji alîyê tirkan ve bêne îdarekirin û bi dewletê ve sadiqane girêdayî bin. Herçiqas Tirkîya ku qise dikin şikestî be jî, hê di bin tesîra zimanê xwe yê ku êdî ji navê hatiye hilanîn de bin jî, divê bi samîmîyet entegreyê tirkan bin û çi meharetên wan yên ferdî yan jî çi keleporeka wan a kulturî hebe divê daxilî kultura tirkan bikin.

Li Tirkîyê gelek rêzefîlmên populer yên din jî wisa ne. Her yek li gorî temaya xwe civakê manîpule dike. Mesela, heta niha ji rêzefîlma Kurtlar Vadisi min tenê xelekek heta dawî temaşe kiriye, tiştê ku min dît, karekterê sereke, mejî û îdarekar Polat Alemdar (Necati Şaşmaz) tirk e. Ji alîyê Aslan Akbey (Selçuk Yöntem) ve xisûsî hatiye perwerdekirin. Aslan Akbey jî ji alîyê Doğu Eşrefoğlu (Altan Akışık) ve perwerde bûye. Bi vî awayî tê nîşandan ku di nav tirkan de perwerdekirina pêşengan edetekî rûniştî ye, divê tirk vî edetî dewam bikin. Ji karekterên ku di vî fîlmê de dilîzin Abdulhay Çoban (Kenan Çoban) kurd e. Memati Baş (Gürkan Uygun) laz e, Güllü Erhan (Erhan Ufak) bermayîyê ermenan yan jî rûman e. Lê her sê jî tim keleşên operasyonan in, dema ku wezîfeya xwu îcra dikin hîç hewce nake ku sedemê operasyonan bizanin, çimkî mejî Polat Alamder çi emir bike miheqeq sebebeka wî ya maqûl heye.

Di van fîlman de manîpulasyon ewqas hostayene tê plankirin ku nav û paşnavê karakteran jî rewşa grûbên etnîkî didin diyarkirin. Û di hemî fîlmên manîpulatîf de alîyekî manîpulasyonê li tirkan jî dinihêre ku divê ew xwe wek neteweya serdest bibînin û bizanin grûbên etnîkî yên din îdare bikin.

Hasilî kelam, piranîya rêzefîlmên tirkan bi vî awayî enstrumanên muhendîsîya civakî ne, bi manîpulasyoneka çendalî xelkê dîzayn dikin, eyar didin girseyên mezin. Bi vî awayî, ji bo tetbîqkirina polîtîkayên dewletê dibin materyalên gelek kêrhatî. Lewre meriv dikare texmîn bike ku di bingeha çêkirina wan de aqilekî organîze yê polîtîk heye.

Gelo em çawa dikarin xwe ji tesîra wan derxin yan jî tesîra wan ji ser civaka xwe kêmtir bikin? Pêşî divê em bikarin vê manîpulasyonê ferq bikin û paşê bidin ferqkirin. Lê esas, divê miqabele bête kirin. Yanî, miletê me jî bikare stratejîya xwe diyar bike û fîlmên xwe çêbike.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an da li gundekî Licê hat dinyayê. Tenê çar sal li dibistanê xwend, lê paşî tehsîla xwe ji derve heta lîsansê dewam kir û ji beşa ziman û edebîyatê mezûn bû. Ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Heta niha 19 kitêbên ku wî nivîsîne û 19 jî kitêbên ku wî wergerandine hatine weşandin. Di sala 2009an da li Diyarbekirê malpera înternetî www.zazaki.net ava kir. Di sala 2011an da kovara Şewçila ku safî bi Zazakî diweşe, derxist ku heta hejmara bîstan derketiye. Dîsa, bi alîkarîya çend hevalên xwe yekemîn rojnameya Zazakî Newepel derxist û heta 100 hejmarî dewam kir. Herwisa di sala 2012an da Weşanxaneya Roşna ava kir. Heta niha ji vê weşanxaneyê 77 kitêb hatine weşandin.

Te ev dîtıne?

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,

Dîn, Dewlet û Teolojiya Postkolonyal

Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û