Bi pêşengîya IPIyê dê civîna mîsyonê li Botan Internationalê pêk bê

Enstîtûya Çapemenîya Navneteweyî (IPI), Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT), Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) û Rojnamegerên Sînornenas (RSF) dê Civîna xwe ya Mîsyonê li dar bixin.

Ji OBCTyê Özge Çakar, ji CPJyê Özgür Öğret û ji RSFyê jî Erol Önderoğlu dê piştî seredanên xwe yên Tirkîyeyê yên mîsyona azadîya çapemenîyê ya hevpar a navneteweyî nirxandinên xwe pêşkêş bikin.

Komîte dê mijarên wekî ewlekarîya rojnamegeran, gefên li hember piralîbûna medyayê û mîsogerîyên qanûnî binirxînin.

Civîn dê 5ê Cotmehê (sibê) saet 11:00an li ofîsa Botan Internationalê li Diyarbekirê pêk bê.

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times