Bi maaşê kêmane encax piştî 30 salan hûn dikarin bibin xwedî xaniyekî

29/01/2023

Li gorî Endeksa Bihayê Xanî ya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (CBRT) di sala 2020’an de mirovek bi maaşê kêmane bi xebata 14 salan dikaribû xaniyek bikire.

Lê ev yek di sala 2022an de derketiye 30 salan.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê û Wekîlê Meletiyê Velî Ağbaba li ser mijarê ji hesaba xwe ya Twîtterê wiha got: 

Beriya niha keseke ku bi mûçeya herî kêm dixebite bêyî ku quruşek mûçeya xwe xerc bike ji bo kirîna xaniyekî 100 metre çargoşeyî dikaribû di nava 12 salan de bibe xwediyê malêk.

Di 2020an de ev bû 14 sal, di 2021 de bû 18 sal û 2022 de jî derket 30 sal an. 

Keseke ku mûçeya herî kêm distîne divê 30 salan bixebite da ku bibe xwediyê malek.

Velî Agbaba

Li gor daneyên Endeksa Bihayê Xanî ya meha Mijdarê li Tirkiyeyê salane bihaya xaniyan ji sedî 174,3 zêde bû. 

Bihayê xaniyan li Stenbolê ji sedî 186,3 zêde bû û ev jî li ser asta Tirkiyeyê ye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Çavdêriya li medyaya Kurdî 29.01.2023

Weşana paşê

Piştî Suriye û Efganîstanê herî zêde serîlêdan ji Tirkiyeyê ye!

Te hay ji vê heye?

Helbestvan: Ruhanîyên Ziman

Alîyê herî xurt û balkêş ê