Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Bi fotografan re xaniyê berovajî

22/01/2025

Foto-nûçe – Qesîm Etmanekî

Li Sûra Diyarbekirê, esnafekî bi navê Mustafa Demirî beriya salekî xaniyek kirê dike. Demiriyê ku gelek bajaran ziyaret kiriye, carekî li bajarekî rastî xaniyêkî ku her tiştê di nav de berovajine hatiye. Vê yekê gelekî bala wî kişandiye û hema yekser ji xwe re gotiye: Çima ev yek li bajarê min tune be.

Bi vê mottoyê wî di 28ê Kanûna Paşîn a 2024an de xaniyekî mîna yên li wan bajaran dîtiye, li Sûra Diyarbekirê vekiriye.

Di xaniyê ku ji du qatan pêk tê de hertişt berovajî ye, yanî serserkî ye.

Ev der ji ber ku nû hatiye vekirin hêj zêde nayê nasîn. Lê li gorî gotina xebatkar Berrin, hatûçûna geştiyaran a dawiya hefteyê bi dilê wan e.

Herwiha Berrinê dibêje, kesên tên serdana vê derê piranî xwendekar û evîndar in.

Di ber suhbeta me de, Berrinê anî ziman ku geştiyar dema tên vê avahiyê ecêb dimînin û ji min dipirsin; we van amûran xaniyê çawa li tawanê monte kirine. 

Ev xaniyê ku li Sûrê nû vebûye li benda geştiyaran e. 

Foto-nûçe bi tevahî ji fikr û ramanên rojnameger pêk tê. Berpirsiyarî ne ya UKê ye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan