Bi du maçên îro û sibê re dawî li Kupaya Cîhanê tê

Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2022yan bi du maçên dawî re xelas dibe. Fas û Xirvatistan îro Şemîyê bo madalyaya bronz tên hemberî hevdu. Arjantîn û Fransa, ku fînalîst in, dê sibê Yekşemê bo Kupaya Cîhanê bilîzin. Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) turnuvaya yekem ya kupaya cîhanê di sala 1930an de organîze kir û wê […]

Bi du maçên îro û sibê re dawî li Kupaya Cîhanê tê
Bi du maçên îro û sibê re dawî li Kupaya Cîhanê tê
Botan Times
  • 17 Aralık 2022 11:54

Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2022yan bi du maçên dawî re xelas dibe.

Fas û Xirvatistan îro Şemîyê bo madalyaya bronz tên hemberî hevdu. Arjantîn û Fransa, ku fînalîst in, dê sibê Yekşemê bo Kupaya Cîhanê bilîzin.

Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) turnuvaya yekem ya kupaya cîhanê di sala 1930an de organîze kir û wê salê Uruguayê kupa bi dest xist.

Xeynî salên Şerê Cîhanê yê Duyem turnuva çar salan carekê  ye.

Tekane tîma ku heta niha ketiye hemî turnuvayan Brezîlya ye ku ew 5 caran bûye şampîyon. Li dû Brezîlyayê, Îtalya û Almanya 4, Arjantîn û Fransa û Uruguay 2 caran û Brîtanya û Îspanya jî 1 car bûne şampîyonên turnuvayê.

Di sala 2018an de Fransayê, Kupaya Cîhanê rakir ku ew îsal jî fînalîst e.