Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2022yan bi du maçên dawî re xelas dibe.
Fas û Xirvatistan îro Şemîyê bo madalyaya bronz tên hemberî hevdu. Arjantîn û Fransa, ku fînalîst in, dê sibê Yekşemê bo Kupaya Cîhanê bilîzin.
Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) turnuvaya yekem ya kupaya cîhanê di sala 1930an de organîze kir û wê salê Uruguayê kupa bi dest xist.
Xeynî salên Şerê Cîhanê yê Duyem turnuva çar salan carekê ye.
Tekane tîma ku heta niha ketiye hemî turnuvayan Brezîlya ye ku ew 5 caran bûye şampîyon. Li dû Brezîlyayê, Îtalya û Almanya 4, Arjantîn û Fransa û Uruguay 2 caran û Brîtanya û Îspanya jî 1 car bûne şampîyonên turnuvayê.
Di sala 2018an de Fransayê, Kupaya Cîhanê rakir ku ew îsal jî fînalîst e.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.