“Bi Çavê Ciwanên Kurd Pevçûnên di Navbera Kurdan da”

Nıvîskar:
11 months berê

Li Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) 25ê vê mehê saet 14:00an li ser teza Mehmed İlhanlıyî panelek hat lidarxistin.

Mijara panelê Kürtler Arası Çatışmaya Gençlerin Gözünden Bakmak (Bi Çavê Ciwanên Kurd Pevçûnên di Navbera Kurdan da) bû û hejmareke qelebalix a beşdaran jî li gotûbêjê hazir bûn.

Mehmed İlhanlı li gel 21 ciwanên Dîyarbekirî hevpeyvîn kirîye ku 11 ji HÜDAPAR û 10 jî ji HDPyê ne. Emrê wan ciwanan di navbera 18-35ê da bûye. Wî dîyar kir ku sedema hilbijartina wan her du alîyan ev bû ku ew bi awayekî rasterast muhatabê pevçûnê bûne.

“Tundîya di navbera HDP û HÜDAPARê da gur bûye”

Mehmed İlhanlı

İlhanlı behsa destpêk û paşxaneya her du alîyan kir.

“Ji alîyekî ve PKK û mîlê wî yê siyasî HDP û ji alîyê din ve jî Hizbullah û milê vî yê siyasî HÜDAPAR baş nehatine lêkolînkirin. Salên 1990î di navbera wan du hereketên kurdan da pevçûnan dest pê kirine. Di eslê xwe da ev her du grubên çekdar jî ji ciwanan pêk dihatin. Di pevçûnan da ciwanan roleke giring li ser xwe girtine. Şikestina di navbera wan grubên çekdar da pêlên xwe gihandine nav siyasetê jî. Tundîya di navbera HDP û HÜDAPARê da gur bûye.”

Mehmed İlhanlı hin sedemên pevçûnê ku ji bersîvên ciwanan wergirtine eşkere kirin. Li gor ciwanan îdeolojîya her du alîyan ji hev cuda ne, temsîlkarên her du alîyan jî ji hev cuda ne. Alîyê HÜDAPARê dibêje ku HDP/PKK dixwaze kurdên misilman ji holê rake û beravejî vê jî HDP/PKK dibêje ku HÜDAPAR dixwaze pergaleka îslamî ava bike û em dixwazin pêşîya vê bigirin. Ciwan dîyar dikin ku salên 90î hêj jî ji bo wan nehatine çareserkirin ji ber vê yekê ew bûyerên ku wan salan qewimînê vê pêvçûnê gur dikin. Sedemeke din jî li gor ciwanan rola alîyên sêyemin e ku li gor ciwanên HDPê ew alî dewleta Tirkîyeyê ye û li gor ciwanên HÜDAPARê ev listokeka hêzên derveyî ye.

Divê dîyalogeke hevpar were dayîn

İlhanlı, li gor ciwanan sedemên pêvçûnê dest nîşan kirin û paşî berê xwe da rêyên çaresîrkirinê ku dîsa ji hêla ciwanan ve hatibûn dîyarkirin.

“Ciwan berîya her tiştê dixwazîn ku di navbera herdu alîyan da dîyalogeke hevpar were dayîn. Divê bûyerên salên 90î bi awayekî zelal werin axaftin yan na her deh salan carekê ew bûyer dê xwe bidin der. Divê herdu alî jî li hember awayê jiyana hev rêzê bigirin ji ber ku her du alî jî ya din wekî tehdîtek dibîne. Herdu alî jî dibêjin ku em ji ber tarz, fikir û bawerîyên xwe her tim rastî êrîşan tên. Ciwan daxwaza parastina yasayî û peymanên nivîskî dikin. Herwiha ew dixwazin ku di pêvajoya aştîyê da cîh bigirin. Heta ciwanekî ji HDPê gotîye bi ya min eger pêvajoyeka wisa dest pê bike, ev kesên emrê 50ê bilindtir be divê tê da cih negirin.”


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Tarîxçeyek ji şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê û rola ciwanan di vê hunerê da

Bi raya rewşenbîrên kurd şanoya kurdî ji du hêlan ve ji bo

Gundî Çito Dimirin?

Bi hezaran telebeyên Moskow û Petersburgê havîna 1874an piştî ji mektebê derketin,

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,