Remezan Alan
Bizavên ku bi îddiaya serwerîyeka neteweyî radibin mecbûr in xwedî-tolerans bin, çiqas tûnd bin jî rexneyan daqurtînin û heta ji wan mifayê wergirin, mafê rexnekirinê qebûl bikin, bizanibin ku avahîyên qamûyî yên bajêr ji bo her kesî ne, mecbûr in ku bê ferq û mêlî tevbigerin, heta ji wan bê îttifaqeka pirhêl û rengîn ava bikin û ji bîr nekin ku wekî welat, bajarên wî jî ne milkê tu kesî ne. Nexwe dê ew notirvanê taxa xwe ya sîyasî bin û li wê derê pratîkên pûç û beredayî bibin nesîbê wan.
***
Prolog
Nêzîkî sî sal berê weşanxaneyeka kurdan, bi navê Politika ve Sanat (Polîtîka û Huner) kitêbeka Akif Kurtuluş çap kir. Kitêb, maweya 1917-1932yan ji xwe re dikir lêkolîn û li ser hûr dibû ka di van salan de li Sovyetê, otorîteya dewletê polîtîkayeka çawan a fermî li ser huner û çandê ferz kir û ew qad gava hat zeptûreptkirin û yekcelebkirin, çawa berhemên mirî û şematîk jê welidîn (Kurtuluş 1996).
Ev pratîka ku piştre jê re Jdanovîzm an Edebîyata Partîyê hate gotin, rêyek bû ji bo kontrolkirina hunermend û nivîskaran. Her wiha armancek bû ku çalakîyên wan bibin parçeyekî polîtîkayên partîya komûnîst. Mirov ji îdeologên vê kiryarê bipirsîya, dê ev nîyeta ha derxistana pêş: Edebîyata rûsî bi tîpên tiral ên beredayî (wek Peçorin, Rudin, Oblomov) tije bû û ji bo civakeka ku derbasî sosyalîzmê dibû, ne ew, lê tîpên erênî û şoreşger lazim bûn; ger huner ji bo dahatûyê riwangeheka wisan dabîn bikira, dê erkê xwe yê civakî bi cih bianîya, bi xêra vê realîzma sosyalîst an romantîzma şoreşger dê însan zûtir adapte bûbûna ku derbasî asta sosyalîzmê bibin. Wekî hûn jî dizanin beşekî mezin ê edebîyata kurdî ya li Sovyetê, mesela berhemên Erebê Şemo, wê demê bi vê pratîkê şiklek girtin.
Elbet ev tecrûbe bi ser neket. Bû sebebê sansûreka bêserûber, nêçîra muxalîfan, awireka şematîk û mirina edebîyateka mezin. Belê, bû sebebê mirina edebîyateka mezin, ji ber ku di henfûkîya nifşekî berî Şoreşa Kewçêrê de li vê axê êdî qelemeka xurt jî derneket. Qelema heyî ya Gorkî bû, lê wî jî berhemên xwe yên mezin berî şoreşê nivîsîbû. Gava ji sirgûnîya Awrûpayê vegerîya (1928) û bi çalakîyên dewasa yên partîyê hat timakirin û razîkirin, hem karîzmaya wî ji dest çû û hem jî berhemeka ku li ber diranan bikeve nenivîsand [1]. Herwiha di 1936an de bi awayekî şikbar mir, di wextê mehkemekirina Buharîn de (1938) eşkere bû ku ji alîyê sîxûrekî NKVDê (Komîserîya Gel a Karên Hundurîn) ve hatîye jehrkirin. Ne hewce ye ku mirov behsa aqûbeta şexsîyetên hêvîşikestî û muxalîf bike. Ji wan hêvîşikestîyan yek Mayakovskî bû, di sala 1930an de, hêj 36 salî, xwe kuşt; Borîs Pasternakê ku di salên 20î de li derdorên edebî yên rûsî wek “şairê şairan” dihat binavkirin, di vê maweyê de rastî xezeba dewletê hat û piştî qebûlkirina rêbaza Jdanovîzmê berhemên wî hatin qedexekirin. Dîsa ne hewce ye em bi mînaka Şoreşa Çandê ya Çînê gotinê dirêj bikin û destnîşan bikin ka bi vê pratîkê wan li ser navê “çêkirin”a çandeka proleter, çi felaket anîn serê berhem û sembolên xwe yên qedîm. Ne tenê xwe lawaz kirin, herwiha nifşek jî telef kirin.
Ji vê girîzgehê meqsed çi ye? Ev e: Bi çi nîyet û îhtiyacê bibe bila bibe, gava mirov hunerê û hunermendan mecbûrî xwe bike, yanî wan tabi’ê xwe bike (ku “îta’et” jî ji eynî kokê ye), li meydanê ne huner dimîne, ne fikra azad û ne jî qelîte. Pratîkên îta’etkar berhemên şematîk û mirî diwelidînin, qada çandê teng dikin, îmkanan berhewa dikin. Elbet tiştekî îbret e ku mehek berê bi betalkirina çalakîyeka edebî û çandî, cardin ev tecrûbeyên tahl ên 90 sal berê hatin bîra min.
Boneya Navborî
Wisan dibêjim lewra betalkirina çalakîyekê cardin ev tecrûbe anîn bîra min. Çalakîya navborî derbarê Hesenê Metê de bû. Em sê kes (digel Fexrîya Adsay û Kemal Yildizhan) serê meha îlonê hatin ba hev û me got nêzîkî 40 salan e Hesenê Metê ji edebîyata kurdî re xizmetekê dike û xizmeta wî wek teweccûhekê jî lê vegerîyaye. Lêbelê digel vîya ew jîyaneka munzewî û bêdeng dijî, hesas û nefspiçûk e ku ne navê wî, lê karê wî derkeve pêş. Îcar ji bo yekî wisan ê xasê edebîyatê heq e ku mirov bernameyekê çêbike. Li ser vê bingehê û bi van hizran, me dest bi amadekarîyekê kir. Navê çalakîyê jî li ber hevoka metneka wî çêbû: “Divê Tu Binivîsînî”. Kê bihîst kêfxweş bû û xwest bibe alîkar. Avestayê jî wek weşanxaneya Hesenê Metê tev li pêvajoyê bû û axir çêkirina afîşan, danasîneka vtr’yî û roja çalakîyê jî vekirina standa kitêbên nivîskarî ji xwe re kir kar. Ji bo bernameyeka mukellef mûzîk, pêşkêşvan, ji bo îştiraqeka mezin bikaranîna medyaya civakî filan jî hatin hesibandin. Lingê esasî yê bernameyê dê panelek bûya. Axir axiver jî dîyar bûn. Di vê pêvajoyê de xaleka girîng jî cih/mekan bû. Çareserkirina vî karî jî birêz Kemal Yildizhan girt ser xwe. Axir yekeya çandê ya Şaredarîya Mezin a Amedê razî bû ku salona mezin a Kongreya Sezaî Karakoçê ji bo vê çalakîyê tahsîs bike. Ev tev mehek berîya bernameyê pêk hatin. Lê kengê ji bernameyê re hefteyek ma û bi rîya afîşan danasîna wê ya ser medyayê çêbû, wê yekeya şaredarîyê helwesta xwe guhert. Li wî hevalê me gerîyan û gotin ku provayên festîwala şonaya jinan li çalakîya we asê dibe, ji bo cihekî dî em ji we re bibin alîkar filan… Elbet ev teklîf û hincet nehatin qebûlkirin û wî hevalê jî israr kir hîn bibe ka ji ber çi şaredarîyê helwesta xwe guhertîye. Li gor beyana wan, ji du-sê tweetên hevaleka me dilgiran bûne, lewma nexwestine ji bo çalakîyeka ew jî tê de ye salonê bidin. Elbet me bernameya xwe çawa destnîşan kiribû, eynî roj û saetê û bêtawîz çêkir. Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya şaxê Amedê bêşert û şirût derîyê xwe ji vê çalakîyê re vekir. Bername li gor îmkanên mekan bi îştiraqeka mezin (salona wê ya piçûk û antreya navberê tije bûbû), di formata panelekê de li dar ket û çû serî. Cardin me dît ku hebûna sazîyên sivîl ên wek Wefqa Beşîkçî çiqas lazim û girîng in. Xwedê dergehê wan daîm ava bihêle!
Dê bê gotin ku qey şaredarî û yekeyên wan ên çandî ne sivîl in? Li gor vê tecrûbeyê ez ê bibêjim, bi vê pratîkê, zor! Lewra sivîlbûn muhtacî tolerans û bêterefîyê ye. Sazîyên wisan malê hemû bajarîyan in û di wan de “mafê herkesî” heye û ev maf di nava mafekî mezintir de, di nava “mafê bajêr” de misogerkirî ye. Muxalefeta kurdperwerekê, hele çend tweetên wê yên ku xweşî sîyasetê neçûye, vî mafî betal nake. Îcar ev yek bibe sebeb ku hûn îddiaya xwe ya “temsîl”ê bi destê xwe pûç bikin, çi tiştekî trajîk e! Wisan dibêjim lewra ger bizaveka sîyasî, di wê îddiayê de be ku hemû kurdan temsîl dike, ji bo bidestxistina mafên wan ên kolektîf dixebite, wê demê mecbûr e ku xwe li ber rexne û bertekên wan jî bigire, ew rexne û bertek çiqas tûj û çors jî bin, wan tolere bike. Nexwe temsîlkarîya neteweyekê dê her di gotinê de bimîne û dê pêlên pratîkê wê temsîlê biavêje qeraxa beşekî, cemaetekê an hizbekê.
Mafê Bajêr û Bajarîyan
Ev peyva “mafê bajêr” jî tam di vê kêlîyê de hinekî îzehê heq dike. Ew bi maneya xwe ya Lefebvrewarî dûr ketîye ku Lefebvre di çarçoveya çînî de ew pêşkêş dikir ku digot ji ber rewşa xwe ya civakî û polîtîk encax karker dikarin xwe weqfî pêkhatina armancên civaka bajarî bikin, bi tenê bi destê wan dikare îdeolojîya mezaxtinê têk biçe û çalakîyên hilberîner û afirîner bi destê wan encax dikare cardin maneyên xwe nû bike (Lefebvre 2016: 160). Vî mafî, mafê azadîyê, di nav civakîbûnê de mafê takekesîbûnê, mafê cîwarbûn û habîtatê jî (2016: 151) dihewand, lewma belkî bêhemdî Lefebvre ji çarçoveya çînî derket, di nav “mafên bajarî” de rengekî lîberal wergirt û bû parçeyekî mafên mirovahîyê. Yanî bû navê her cure mafê ku mirov bi awayekî rehet û azad xwe bigihîne çavkanî û îmkanên bajarekî (Kaymaz 2021: 761, 778, 779; Markus 2014: 61; Mayer 2014: 113).
Herçî maneya wê ya Harveywarî ye, ew ji bo me hêj luks e. Lewra ew ên ku li bajêr jîyanek ava kirine, wê jîyanê îdame dikin û li ser tiştên ku hilberandine bûne xwedîyê mafekî bingehîn, heq e ku li gor daxwazên xwe şiklek bidin bajêr jî (Harvey 2013: 37), îro ji kurdan gelek gelek dûr e. Digel ku tecrûbeyeka emirdirêj a şaredarîyên kurdan heye jî, ev maf dûr e! Lewra sîyasetmedarên vî miletî hêj nikarin tûndîya du rexneyan daqurtînin, îcar ehlên wî yên ku xwedîyê daxwaz, bawerî û qenaetên curbecur in û ji tebeqeyên cuda cuda pêk tên, dê çawa bikin xwedîyê însîyatîfa şikildayîn û avakirina mekanên nû yên bajêr?
Ger em dîsa vegerin ser mafê bajêr, nexwe ev maf -ku ez jî terefdarê maneya wê ya lîberal im- esasen mafê bajarîyan e, mafê wan ê ku tev li mekanîzmaya biryarê dibin. Biryara çi? Wekî ku me gotî, biryara mekanên ku dê bajarî bi kar bînin, tê de bijîn an jê sûd wergirin. Herwiha ev maf, bikaranîna avahîyên bajêr jî dihewîne. Lewra mekanên qamûyî aîdî bajarîyan in, bikaranînên wan bi tenê tabi’ê prosedûrekê ye. Îcar bi beyana qenaetekê re, ku beyana qenaetê mafekî bingehîn ê mirovan e, dê ev maf çawa bê betalkirin an ji holê bê rakirin? Dê bê gotin ku bila tê de rexne tunebe, yanî muxalefet tunebe an hebe jî bila bi usûl û adabekê be. Ji bo usûl û adabê îtîraza min tuneye lê tunebûna rexnekirin an muxalefetê, ne cihê nîqaşê ye jî! Di her beyanê de kêm an zêde illeh rexneyek heye. Jixwe bi maneya xwe ya ferhengî rexne tiştekî wisa ye; ew di nava dîyardeyekê, pratîk û dîmenekê de cihê arizedar/kêşedar destnîşan dike ku ew bê çareserkirin. Qet nebe rexneya baş, erkekî wisan dihewîne. Lêbelê gava hûn rabin, bi hinceta rexneyeka ne bi dilê we, bernameyekê betal bikin, ya rast hûn bibêjin ji ber filankesê derîyê me ji çalakîya we re girtî ye, hûn ne tenê mafê wê kesê bin pê dikin, pê re mafê amadekar, axiver, guhdar, weşanxane, Hesenê Metê û heta yê hemî Amedîyan jî bin pê dikin. Beşekî vê meseleyê divê di vê çarçoveyê de bê nîqaşkirin. Bi min gava em bi kontekstên cuda li beramberî muxatabên xwe têgehên wisan bi kar tînin û piçek jî di nav forsa malûmatfiroşîyê de dibêjin David Harvey, bi “mafê bajêr” [2] vîya qest dike. Divê mirov ji maneyên wê yên behsa wan borî re jî amade be.
Beşekî dî yê vê pratîkê, elbet bi bêtehemûlîya dengên din re têkildar e û ev yek jî cardin me dibe destpêkê. Belê me di destpêkê de gotibû, ji ber saîqên polîtîk gava huner û edebîyat bikeve nav çarçoveyeka teng, xêrek jê çênabe, ew dibe tişteke şematîk û mirî. Bêguman di kêşeya me de rasterast ev alî tune, jixwe hebûya xwelîserî bû, lêbelê bi awayekî nerasterast, wek potansîyelekê, mexelhatî heye: Çawa be nivîskarê ku dê berhemên wî bên tehlîlkirin; amadekar û axiverên bernameyê “dûrî me” ne, “ne ji me” ne, nexwe tu beîs tune ku em bernameya wan betal bikin. Eve ev îhtimal û zen mirov bi têra xwe diêşîne. Kurmê gumanê li dor fikarê dikeve: Gelo destnîşankirina uslûba çend tweetan tenê rûpoşkirin e? Weşartina meseleya eslî ye? Ger mesele ev be (ku ne dûrî aqil e û ne jî dûrî pratîka sîyaseta kurdan a hizibperest a hemû parçeyan e), wê demê zemîna nîqaşê ji holê radibe, hewce nake mirov xwe biwestîne. Tenê ev gotina adetî dimîne ku mirov bibêje: “Xêrê ji bazara xwe bibînin!”
Hal ew e ku kurd tev di yek keştîyê de ne, keştîya bindestîyê. Ferqa navbera forsa û qeptan, rêwî û kamarot hatîye yekkirin, ji hemûyan re zîllet layiq hatîye dîtin. Di rewşeka wisan de dê kî tabiê kê bibe an mafê kî heye bibêje vîna xwe bispêre min? Di keştîyeka wisan de pêdivî bi îttifaqeka berfireh û xwedî-tolerans heye. Pêdivî bi qebûlkirina ferq û rengan heye. Pêdivî bi bicihkirina berjewendîyên cemawerî heye… Qet nebe ewên ku bi îddiaya qeptanîyê radibin, divê xwedîyê pusulayeka wisan bin.
Cihê xemgînîyê ye ku li sazî û avahîyeka malê hemû kurdan, bernameyek bê betalkirin ku ew bername derbarê nivîskarekî kurd de be û ku wî hemû jîyana xwe weqfî edebîyat û zimanê kurdî kiribe. Gava me bivê di nav kurdan de jî adetên çandeka wefadar şax bide, mesela hin şexsîyet hêj li heyatê qedrê wan bê zanîn, çalakîyên wisan derfet in ku Hesenê Metê jî yek ji wan şexsîyetan e û bernameya 26ê Kewçêrê armanceka wisan dihewand. Lê nebû. Ya rast bû, lê di nav van gelemşeyan de. Îcar di 17ê vê Mijdarê de, yanî çend roj berê, li heman avahîya şaredarîyê li ser rehmetîyê Arjen Arî bernameyek hebû. Salon bi devedev tije bû. Ji bo qedirdayînê îmkan hatibûn seferberkirin. Mîna yekî ku min ew baş nas dikir dibêjim ku ger ruhê Arjen Arî di wê kêlîyê de li me eyan bûbûya û bihata ziman, dê bigota “gava ez li jîyanê bûm, we ev qedr û qîmet piçek nîşan bida!” Me wisan nekir. Bo nimûne wî pir dixwest bibe yekem serokê Komeleya Nivîskarên Kurd, lê ew post bû qismetê yekî ku di ber nivîskarîyê re derbas nedibû. Seba çi? Seba ku eman bila ev qad jî di destê “me” de be, eman bila ev qad ji nifûza “me” ne dûr be! Bêguman gava mirov vê “me”yê pir homejen û yekceleb bike, otorîteya xwe li her derî bigerîne, kemzêde encamên behsbûyî serî derdixin. Xwedê emrekî dirêj û xweş bike nesîbê Hesenê Metê, lêbelê dê ew jî wekî hemû beşeran rojekê şerbeta mirinê vexwe. Gava ew roj hat, ew ên ku bi bahaneyên pûç û beredayî çalakîyeka ku qedr û wefadarîyê dihewîne betal kirin, bila kumê xwe daynin ber xwe. Ji bo ku qeyda vê yekê bê girtin, ez jî niha qelemê dişixulînim. Ji bo ku ji vir şûnde şaşî û xamîyên wisan rehet çênebin, yên ku mekanîzmaya biryardayînê dixin bin çengê xwe li ser kiryarên xwe bifikirin û ger jê poşman bin, vê poşmanîyê jî bê “lêbelê” û bê “belam” bila zû, ne dereng, bînin ziman.
Elbet dubare cihê xemgînîyê ye ku gava hûn di ber xaçerêyên bulwarekê re derbas dibin, li ser pano û bîlboardan rastî afîşên konser û çalakîyan tên ku bêhna kurdî jê nayê, lê tev jî li heman salona mezin a şaredarîyê ne. Hûn ê bibêjin ya kê û kê? Konsera Funda Arar’la Arabesk Geceler, Teoman, Göksel, Gripin… Baş e, pîroz û bimbarek be! Dîsa Xwedê nîşan nede û em nebînin, lê ger vê îqtidarê siba cardin qeyyûmek tayîn kir ji bo şaredarîyê û îcar li nav avahîyên wê bername li dar ketin ku ji kurdan û kurdî re dijûnan didin, dê qetmerîya xemgînîyê bigihîje kîjan astê û betalkirina bernameyeka kurdewar dê di dilê kê de bibe kul û birîn?
Epîlog
Kurd jî wekî miletên dî ji yekeyeka homojen pêk nayên. Ji tebeqeyên cuda yên civakî pêk tên, di wan de jî însanên curbecur, xwedîyê bawerî û bîrdozîyên cîyawaz hene. Ne rast e ku mirov ji bo hesabên şexsî û hizbî, her kesî di yek sefê de rêz bike. Ev yek ne mimkûn e jî. Bizavên ku bi îddiaya serwerîyeka neteweyî radibin mecbûr in xwedî-tolerans bin, çiqas tûnd bin jî rexneyan daqurtînin û heta ji wan mifayê wergirin, mafê rexnekirinê qebûl bikin, bizanibin ku avahîyên qamûyî yên bajêr ji bo her kesî ne, mecbûr in ku bê ferq û mêlî tevbigerin, heta ji wan bê îttifaqeka pirhêl û rengîn ava bikin û ji bîr nekin ku wekî welat, bajarên wî jî ne milkê tu kesî ne. Nexwe dê ew notirvanê taxa xwe ya sîyasî bin û li wê derê pratîkên pûç û beredayî bibin nesîbê wan.
Têbînî û çavkanî:
[1] Jixwe derbarê vê têkçûna trajîk de Îgor Gouzenko, di 1954an de bi navê Bir Devin Düşüşü (Ketina Dêwekî) romak nivîsîye. Çi tesadûf, gava di lîseyê de xwendekar bûm min ev roman xwend û piştî salan hîn bûm ku ew derbarê Gorkî de bû. Lehengê romanê Mihaîl Gorîn analojîya navê Maksîm Gorkî bû.
[2] Temaya “5. Rojên Edebîyata Berawirdî yên Amedê” îsal veguherîna li bajaran, edebîyat û mekan bû. Lewma di vê çarçoveyê de ev têgeh bûbû mijara çend axaftinan.
Kurtuluş, Akif (1996), Politika ve Sanat, Ekim Devrimi (1917-1932), İstanbul: Avesta.
Lefebvre, Henri (2016), Kent Hakkı, wer. Işık Ergüden, İstanbul: Sel Yayınları.
Harvey, David (2013), Asi Şehirler – Şehir Hakkından Kentsel Devrime Doğru-, wer. Ayşe Deniz Temiz, İstanbul: Metis.
Mayer, Margit (2014), “Toplumsal Kent Hareketlerinde Kent Hakkı” wer. Ali Yağız Şen, amd. Brenner, Neil, Peter Marcuse û Marget Mayer, dnd. Kâr İçin Değil Halk İçin Eleştirel Kent Teorisi ve Kent Hakkı, İstanbul: Sel Yayıncılık: 100-130.
Marcuse, Peter (2014), “Hangi Kent, Kim(ler)in Hakkı?”, wer. Ali Yağız Şen, amd. Neil Brenner, Peter Marcuse û Marget Mayer, dnd. Kâr İçin Değil Halk İçin Eleştirel Kent Teorisi ve Kent Hakkı, İstanbul: Sel Yayıncılık: 47-71.
Kaymaz, Cihan (2021), “Henri Lefebvre’in Müdahaleleri: Kentsel Haklara Karşı Kent Hakkı”, Alternatif Politika, 13 (3): 758-789.