Bi 10 pirsan hilbijartinên gîştî û yên serokomariyê

Bi 10 pirsan hilbijartinên gîştî û yên serokomariyê
Bi 10 pirsan hilbijartinên gîştî û yên serokomariyê
Botan Times
  • 25 Ocak 2023 06:51

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî 14ê Gulanê îşaret kir.

Pîştî axaftina Erdoganî, mijarên wekî biryara hilbijartinê kengê û wê çawan bê dayin, pêvajoya hilbijartinê, guherînên di qanuna hilbijartinê de wê çawa têkeve meriyetê ji niha de tê nîqaş kirin.

Bersiva 10 pirsên tên meraq kirin:

1- Biryara dubarekirina hilbijartinê çawa tê dayin?

Li gorî xala 116an a Destûra Bingehîn, Parlamentoya Tirkiyeyê, dikare bi piraniya dengan biryara nûkirina hilbijartinê bide. Her wiha mafê serokomarî/ê jî heye ku biryara nûkirina hilbijartinan bide. 

2- Piştî çend rojan biryara dubarekirina hilbijartinê tê dayîn?

Ger biryara nûkirina hilbijartinan bê dayîn, dîvê biryar di nava 48 saetan de di rojnameya fermî de bê weşandin û pîştî wê divê di nava 60 rojan de hilbijartin bê nûkirin.

3- Heger biryara nûkirina hilbijartinan were standin, gelo erkê serokomarê niha dê berdewam be?

Qanûna Hilbijartina Serokomariyê dibêje: “Di rewşên ku dema wezîfeya Serokomarî bi dawî bibe yan jî biryara nûkirina hilbijartinan were dayîn an jî hilbijartin neyê temamkirin.” Wezîfeya Serokomarê heyî heta ku yê nû dest bi wezîfeyê bike wê bidome.” 

4 – Guherînên di qanûnên hilbijartinan de tê kirin kengê dikeve merîyetê?

Guhertinên di qanûnên hilbijartinê de tên kirin, di hilbijartinên ku ji roja ketina meriyetê di nava salekê de bên kirin de nayên tetbîqkirin.

5- Di cîbicîkirina guhertina di yasaya hilbijartinan de “roja destpêkirina hilbijartinê” yan “roja dengdanê” ji bo heyama salekê wek bingeh tê girtin?

Li gor biryarê YSKyê hesab dê li ser “roja dengdanê” be.

6- Piştî biryara hilbijartinê li YSK’ê dê pêvajo çawa bimeşe?

Piştî ku biryara roja hilbijartinê hat dayîn, YSK dê salnameya Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a parlementoyê diyar bike û roja destpêkirina hilbijartinê eşkere bike. 

7- Heger di dengdana yekem a hilbijartinên serokomariyê de piraniya dengan neyê bi dest xistin , dengdana duyem dê kengê were kirin?

Heke piraniyek pêk neyê, hilbijêr dê roja Yekşema duyemîn a piştî vê dengdanê careke din biçin ser sindoqan. Her du namzetên ku di dengdana yekem de herî zêde dengan bi dest bixin dê beşdarî vê hilbijartinê bibin û namzedê ku piraniya dengên derbasdar bidest bixe jî dê bibe Serokomar.

Di rewşa ku tenê bi namzetekê deng were dayîn, dê dengdan bi rengê referandûmê bê kirin. 

8- Partiyên sîyasî ku tevlî hilbijartinan bûn bo wan dê hesabên bendeva hilbijartinan çawa bê kirin?

Partiyên siyasî ji bo ku wekîlên xwe hilbijêrin, divê yan bi tena serê xwe benda hilbijartinê ya welat derbas bikin yan jî di nava tifaqekê de bin û tevahiya dengên vê tifaqê jî bendava ku li gorî dengên derbasdar hatiye diyarkirin derbas bikin.

9- Li gor yasaya nû ya hilbijartinan, çend partiyên nav tifaqê dê wekî ku benda hilbijartinê derbas kirine bê hesibandin?

Partiyên di tifaqê de ne neçar in ku ji sedî 7 cuda cuda derbas bikin. Dema ku tevahiya dengên hevpeymaniyê ji benda giştî ya ji sedî 7 derbas bike, dê hemû partiyên di nava tifaqê de wekî bendê derbas kiriye bê hesabandin.

10- Hejmara wekîlên partiyên di tifaqê de dê çawa were hejmartin?

Eger hejmara giştî ya dengan ji benda giştî derbas bibe, hejmara parlamenterên partiyên siyasî yên ku tifaqê pêk tînin, bi dabeşkirina hejmara giştî ya parlamenterên ku tifaqê wergirtine li gorî rêjeya dengên ku her partiyek wergirtiye, tê hejmartin.

Her çiqas Erdogan dîyar dike ku li hember namzetbûna wî tu astengên hiquqî tune be jî partiyên muxalefetê ne di wê fikrê de ne.

Kadigîl: Erdogan nekara bibe namzet!

Parlementera Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Serra Kadigîl, dîyar kiribû ku heta parlemento bi yek dengî biryara nûkirina hilbijiartinê nede Erdogan nekare bibe namzet.

Hevserokê berê yê HDPê Selehatîn Demîrtaş jî li hember namzetbûna Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamake belavkir û got ” Erdogan cara seyem nekare bibe namzet ev yek li dijî hiquqê ye.”