Serokên 5 partiyên siyasî yên Tifaqa Millet di civîna ewil a ku bêyî Akşener hat lidarxistin de biryara”berdewamîyê” dan.
Her 5 serokan destnîşan kirin ku 6ê Adarê roja Duşemê namzedê Serokomariyê wek ku hatiye plankirin, wê were eşkerekirin.
ÎYÎ Partîya ku rêya xwe ji tifaqê veqetand, dê di rojên pêş de dema xwe ji bo diyarkirina stratejiyeke nû ya hilbijartinê veqetîne.
Civîna roja Duşemê dê bi mazûvaniya Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu pêk bê. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dê wek namzedê Tifaqa Millet ji raya giştî re were eşkerekirin.
Beriya civîna bi lîderan re, li CHPê trafîka civîn û hevdîtinan zêde bû.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi serokên 10 şaredariyan re hat cem hev. Di civînê de şaredaran bi temamî piştgirî dan namzetiya Kiliçdaroglu.
Kiliçdaroglu bi Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş re jî hevdîtineke taybet pêk anî.
Piştî vê hevdîtinê li kulîsan agahiya ku Îmamoglû û Yavaş dê bi Akşener re hevdîtinê pêk bînin,belav bû.
Kiliçdaroglu piştî civîna bi serokşaredaran re, Lijneya Giştî ya MYKê ya partiya xwe bi awayekî awarte kom kir.
Serokê CHPê pîştî Partiya Çep û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, dê bi partiyên muxalefetê ku HDP jî di nav de ye re hevdîtinên xwe bidomîne.
Alîkarê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu li ser pirsa rojnamegeran daxuyanî da û ragihand ku Akşener wê beşdarî civîna 6ê Adarê roja Duşemê pêk tê nebe.
Çavkanî: BBC Tirkçe
Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04 Perwîz Cîhanî dê li PCSyê “Mem û Zîn”ê şîrove bike25/04/202415:12 KSC dê 9emîn gotûbêja xwe li dar bixe25/04/202415:03 Stêrkek Xuricî ji nav Dilê Zarokatiyê25/04/202412:33 Amed – Zinarê Xamo dê gotûbêjekê bike25/04/202411:11