Bestekarê Marşa 1ê Gulanê Sarper Ozsan canê xwe ji dest da

19/12/2022

Akademîsyen û muzîsyen Sarper Ozsan canê xwe ji dest da.

Ozsan yê 78 salî bi bestekarîya xwe ya bo Marşa 1ê Gulanê dihat naskirin.

Wî ew gotin û besteya wê marşa bi Tirkî di sala 1974an de bo şanonameya ‘’Dayik’’ hazir kiriye.

Kolektîfa Hunermendên Kurd di sala 2021an de Marşa 1ê Gulanê got.

Ew kolektîf dîyar dike ku bo marşê çavkanîya wan Koma Azadî ya 1975an e.

Marşa bi Kurdî û ya bi Tirkî bi eynî meqamê û bi gotinên nêzîkî hevdu hatine gotin. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Piranîya beşdarên anketa Musk xwest ku ew ji Twitterê vekişe

Weşana paşê

Rêvebirên Tirkîyê bo bêlîkirina meaşê kêmanê kom dibin