Bernameyên Baroyan ji bo 21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî

21ê Sibatê wek roja zimanê zikmakî tê pîrozkirin. Kurd jî ji bo pîrozkirina vê rojê her sal çalakîyên cûr be cûr li dar dixin. Baroyên Batman û Mêrdînê jî ji niha ve bernameyên xwe eşkere kirine, her du baro jî dê vê rojê pîroz bikin. BAROYA MÊRDÎNÊ: ’HEFTEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ’ Komîsyona Ziman û Çandê ya […]

Bernameyên Baroyan ji bo 21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî
Bernameyên Baroyan ji bo 21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî
Botan Times
  • 18 Şubat 2022 08:57

21ê Sibatê wek roja zimanê zikmakî tê pîrozkirin. Kurd jî ji bo pîrozkirina vê rojê her sal çalakîyên cûr be cûr li dar dixin. Baroyên Batman û Mêrdînê jî ji niha ve bernameyên xwe eşkere kirine, her du baro jî dê vê rojê pîroz bikin.

BAROYA MÊRDÎNÊ: ’HEFTEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ’

Komîsyona Ziman û Çandê ya Baroya Mêrdînê bi navê “Çalakiyên Hefteya Zimanê Zikmakî” bernameyeke ji 3 rojan pêk tê girtiye ber xwe. Bername 17ê mehhê di saet 19.30an de bi konserekê dest pê dike. Di konserê de dê muzîka fasil a gelêrî ya Mêrdînê îcra bibe û her weha dê ribabên Mêrdînê jî bi ribaba xwe geş bikin çalakîyê. 18ê mehê heman saetê bi sernavê “Zemanekî Mêrdîn” gotûbêj li dar dikeve. Mehmet Selim Parlakoglu wekî axifger dê beşdar bibe.

20ê mehê, roja dawî ya bernameyê jî, sempozyûmek li dar dikeve. Sempozyûm li ser ziman e û temamê rojê di çar danişînan de dê li dar bikeve. Sernavên danişînan bi vî rengî ye, “Di bin ronahiya pêkanînê de mafên ziman”, “Zimanên Mêrdînê”, “Polîtîkayên ziman û mafên ziman” û “Zimanên Mêrdînê” (Nav yek be jî, di van panelan de zimanên cur bi cur dê bêne nîqaşkirin). Çalakî li Baroya Mêrdînê li dar dikevin.

BERNAMEYA BATMANÊ:

Komîsyona Ziman a Baroya Batmanê ji bo Roja Ziman panelek li dar dixe. Panel bi navê “Bişaftin û rewşa zimanê kurdî” wê bê çêkirin. Panela ku moderatoriya wê dê Huseyîn Înal bike, dê Bahoz Baran û Roşan Lezgîn wekî axifger beşdar bibin. Baran dê li ser “Rewşa zimanî û rastbêjî”, Lezgîn jî dê li ser “Li ber bişaftinê xweragirtin”ê biaxive. Panel roja 20ê mehê li Eywana Tahîr Elçî a Baroya Batmanê saet di navbera 13.00-15.00an de li dar dikeve.