Bernameya Wêjegeh Amedê ya Sibatê eşkere bûye

Bernameya Wêjegeh Amedê ya meha Sibatê aşkere bûye. Bername 5ê Sibatê, roja şemîyê wê bi “Hevdîtinên Roja Şemîyê” dest pê dike. Wê di meha Sibatê de li Wêjegeh Amedê 9 bername bên pêkanîn. Wêjegeh Amedê naveroka bernameya xwe bi vê tekstê aşkere kiriye: “Sibatokê, tu bi xêr hatî! Her çi qas sala 2021’ê li dest û […]

Bernameya Wêjegeh Amedê ya Sibatê eşkere bûye
Bernameya Wêjegeh Amedê ya Sibatê eşkere bûye
Botan Times
  • 4 Şubat 2022 13:46

Bernameya Wêjegeh Amedê ya meha Sibatê aşkere bûye. Bername 5ê Sibatê, roja şemîyê wê bi “Hevdîtinên Roja Şemîyê” dest pê dike. Wê di meha Sibatê de li Wêjegeh Amedê 9 bername bên pêkanîn.

Wêjegeh Amedê naveroka bernameya xwe bi vê tekstê aşkere kiriye:

Sibatokê, tu bi xêr hatî! Her çi qas sala 2021’ê li dest û pêyên me gerîyabe jî, bi destpêka meha Sibatê re, em li sala 2022’yan germ dibin. Me cara pêşî di meha Rêbendanê de çalakîyên ji derveyî Wêjegehê li hêwanê kirin mêvan. Ji niha û pê de, em ê hevrêyên xwe li ser navê çalakîyên li “Mêvangeh”ê, bikin mêvanên Wêjegeh Amedê. Ev yek bangek e bo pêwendîdaran!

Bernameya meha Sibatê, vê şemîyê, bi “Hevdîtinên Roja Şemîyê” dest pê dike. Sazûmana geştyar ya Bart Art Labê vê carê tê xwe li Mêvangehê xweş dike. Di “Benda Krîtîk” de, Seçkin Aydın û hunermend û akademîsyen Aşkın Ercan tên cem hev.

Kargeha Çîrokan ya Li Derve, piştî hevdîtina yekem û duyem, vê mehê bi du çalakîyên dîtir didome. Çalakîya di roja 6’ê Sibatê de, li hêwana Wêjegeh Amedê tê kirin. Ji ber ku Sîdar Jîr wê li derveyî Amedê be, çalakîya roja 15’ê Sibatê wê ji Berlînê û di ser Zoomê re bê kirin. 

Kargeha Çandê, vê mehê, Emeer Hasanpour li xwe dike mêvan ku Hasanpour di van demên dawîyê de li derdora Amedê xebatên fîlmçêkirinê dike. Hasanpourê ku pratîka xwe ya li ser sînemayê di ser sînemaya hêçaneyî re pênase dike, ew ê di ser du fîlmên xwe re, ji me re çêla xebatên xwe û felsefeya sînemayê ya hêçaneyî bike. 

Wêjegeh bi berdewamî xwe digihîne warên derveyî xwe. Em vê mehê, li Mêrdînê, li Leylan Kafeyê, bi verêxistinkirina Wêjegeh Amedê, bi rêvebirîya Tehsîn Bêravi, dest bi çalakîya kargeha wênegirîya xweristê dikin. Di rojên pêş de em ê hûrgilîyên kargehê ragihînin we.

Wêjegeh Kitap, vê mehê, di çalakîya pêşî ya Roja Nivîskar de, Ahmet İşözü li xwe dike mêvan ku em wî bi pirtûka wî ya Suskunca nas dikin. Di çalakîya duyem de jî; ji bo ku li ser antolojîya çîrokên jinan (20 Jin 20 Çîrok Antolojîya Êşên Jinan) ku ji bîst çîrokên bîst nivîskarên jin pêk tê, biaxivin, Sultan Yaray, Gulgeş Deryasipî û Amîne Pîrozxan dike mêvanên xwe.  

Di dawîya mehê de, geştyarê hêja yê Wêjegehê Salih Kevirbirî, çalakîya rêzebernameya bi navê Çanda Kurdî Ya Sovyeta Berê, ji şûna xwe ya mayî, didomîne. Vê carê, bi çalakîya bi navê Çanda Kurdî Ya Sovyeta Berê – 4: “Elîyê Evdirehman: Lehengekî Edebîyata Kurdên Sovyeta Berê”, Letîf Birûkî, Zeharê Evdî, Silhedînê Eliyê Evdirehman û Fexredînê Elîyê Evdirehman dibin mêvanên me.

Di meha Sibatê de em dibin dusalî. Bila bi surprîz be.

Bername di pêvekê de ye: