Bernameya perwerdeya lêkolîneran a Navenda Xebatên Kurdî dê dest pê bike

14/10/2024

Navenda Xebatên Kurdî | Kurdish Studies Center (KSC) cara duyem bernameyeka perwerdeyê ji bo namzetên lêkolînerîyê yên di nav akademî û derveyî akademîyê de yên ku dixwazin di vî warî de bixebitin, pêk tîne.

Hûrgilîyên bernameyê li jêr hene:

Demjimêr û cih

Bernameya perwerdeyê dê di navbera 28ê Çirîya paşîn – 3yê Kanûna pêşîn a 2024ê de li Amedê pêk bê.

Kî dikare beşdar bibe?

  • Xwendekarên master û doktorayê yên di warê “Xebatên Kurdî” de
  • Kesên ku ji van bernameyan mezûn bûne
  • Kesên ku li derveyî akademîyê Xebatên Kurdî dikin

Taybetmendîyên bernameyê

  • Perwerde dê li ofîsa me (KSC) ya Amedê û rû bi rû pêk were
  • Bernameya perwerdeyê dê roja Duşemê 28ê Çirîya paşîn dest pê bike û roja Yekşemê 3yê Kanûna pêşîn bi dawî bibe
  • Beşdar divê hefteyekê li Amedê bin û beşdarî hemû dersan bibin

Şert û mercên beşdarbûnê

  • Divê beşdarî hemî dersan bibî
  • Daxwazên kesên ku li Amedê dijîn dê pêşî bên nirxandin
  • Beşdarên ji derveyî Amedê divê mesrefên rê û cihê mayînê bi xwe bidin

Piştgirî û derfetên pêşerojê

  • KSC soz dide ku dê ji bo lêkolînên ku beşdar plan dikin piştgirîya şêwirmendîyê bide
  • Beşdarên serkeftî dê bên nirxandin ku di lêkolînên KSCyê de cih bigirin

Dema daxwazê

Dema dawîn a serîlêdanê 18ê Çirîya paşîn a 2024ê ye.

Ji bo agahîyên zêdetir, hûn dikarin bi Berfin Coşkun re bi rêya navnîşana e-mailê [email protected] peywendîyê danin.

Forma serlêdanê


Çavkanî: Navenda Xebatên Kurdî | Kurdish Studies Center

Nîşe: Dibe ku di hin dersên taybet de û di awayê tetbîqkirinê de guherînên mecbûrî çêbibin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Di êrîşa Îsraîlê de li Aitouyê 18 kes mirine

Weşana paşê

Vîdeo û Fotogalerî – “Jina Kevnefiroş” li ser dikên Zanîngeha Dîcleyê bû