Bernameya cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî: Merasîm li Stenbolê ye dê li Amedê jî bê definkirin

Nıvîskar:
2 months berê

Ji bo Tarik Ziya Ekincî, roja Şemiya 17ê Tebaxê (sibe) li Mizgefta Şakirin a Uskudarê wê merasîma cenazeyê bê li dar xistin. Li ser wesiyeta wî dê roja Yekşema 18ê Tebaxê cenazeya wî li bajarê Amedê bê definkirin.

Bernameya cenazeya siyasetmedar, nivîskar, dîroknas, doktor û mafparêzê Kurd Tarik Ziya Ekincî aşkere bû. Ekîncî di 99 saliya xwe de koça dawî kir.

Ekîncî piştî merasîma ku dê li Stenbolê bê lidarxistin wê li Amedê bê definkirin.

Merasîma li Stenbolê ya ji bo Ekîncî dê sibê (17ê Tebaxê) li Mizgefta Şakirin a Uskudarê bê lidarxistin.

Li ser wesiyeta wî dê 18ê Tebaxê roja yekşemê cenazeyê wî li Goristana Şehîdan a li Yenîşehîra Amedê bê definkirin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Te ev dîtıne?

Altan Tan: Axaftinên Erdogan û Bahçelî yên dawîyê tenê ji bo “xelaskirina rojê” ne – Amîdahaber

Siyasetmedar Altan Tan, piştî axaftina Erdogan a li ser “gefa” Îsraîlê, holê

Serokê Interpolê: “Heke şerê li dijî mafyayê têk biçe cîhan di xetereyê de ye “

Serokê Interpolê Jürgen Stock li ser çeteyên sûcdar ên navneteweyî dewlet hişyar

Du jinên ciwan ên li Stenbolê hatîn kuştin, hatine veşartin – BBC

Li Stenbolê, du jinên ciwan ên ku bi awayekê hovane hatine kuştin,