Bername û çalakîyên yadkirina Mehmet uzun dîyar bûn

04/10/2024

11yî Cotmehê 17emîn sala yadkirina nivîskarê gewrê Mehmet Uzun e.

Şaredarîya Amedê ji bo yadkirina Mehmet Uzun bernameyeka heftane amade kirîye û çendîn çalakî tê da cih digirin.

Bername 6ê Cotmehê dest pê dike û heta 12yî Cotmehê berdewam e.

Par, di roja yadkirina Uzun da, li ser gora wî nameya hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş û şaredarê berê yê Amedê Selçuk Mızraklı hate xwendin ku Mızraklı yek ji dixtorên wî bûye.

“Merheba Mehmed Uzunê nemir, pênûsa zimanê kurdî, dengê vegotin, serpêhatî û hestên xelkê kurd. Em te bi hesret, bi dostanî û bi dilekî xemgîn bi bîr tînin. Me bang te ya dawî, ya bi coş, ya ji bo aşitîyê ji bîr nekiriye. Banga te îro jî bi awazek zelal ji zaroka heft salî Rozerîn bigire heta dayikên heftê salîyê Hawa di nav me da dijî. Îro jî duhî zêdetir pêwistîya me bi biratî û yekitîyê heye.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Em hazir in bi şirketên petrolê yên Kurdistanê re biaxivin – Sudani ji Al Monitorê re axivî

Weşana paşê

Hûn ji vî heywanî ra çi dibêjin? 47 navên wê hene!

Te hay ji vê heye?