Berken Berehî Fûara Kitêban a Amedê protesto kir

16/12/2023

Bernameya Berken Bereh ewil hat paşxistin û paşî jî hat betalkirin.

Ji ber bernameya Bulent Arinç, bernameya Berken Bereh saetekê hat paşxistin û paşî jî ew salona ku dê bernameya Berken Bereh lê bihata kirin ji bo bernameyeka din hate terxankirin.

Li ser vê yekê Berken Bereh nerazîbûna xwe anî ziman û wekî bertek jî bername li salona têkitinê a fuarê hate kirin.

Odeya Tîcaret û Sanayîyê ya Dîyarbekirê û Fuarvanîya Eylülê li Navenda Fuar û Kongreya Mezopotamyayê 16-24ê Berfanbarê Fuara Kitêban ya Mezopotamyayê li dar dixe.

Nêzîkî 200 weşanxaneyan û çendîn nivîskar dê te da beşdar bin û dê bernameyên wekî gotûbêj, panel û çalakîyên cuda jî di fuarê da cih bigirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Dansoza li Kêleka Pirtûkên Kurdî û Turkçe Takwîyelî Zazakî

Weşana paşê

Reşkirin û Pêxweşkirin

Te hay ji vê heye?